• www.bircabelek.com

Siltané Mezin Siltan Selaheddîné Eyyûbî


Şakir Epözdemir

Siltané Mezin Serfirazî û Şehnazîya hemî Kurdan û hemî Kurdistaniyan e Ne hewceye ku ez béjim, File û Misilman, xelq û alem, dost û dijmin; hemî kes, ji bona wî şéré Çîyayén Kurdistané dibéjin: ‘ Siltané Mezin, Hikimdaré Adil, Qralé Dilovan, Şervané Pispor, Neyaré Aqilmend, Dosté Bi Qîmé, Mînaka Merdemérî û Bawermendî û Cıwamérî yé, Şûrê Edaletê, bawermendê ji dil, lehengê bê tirs, serbilindîya Kurdan. Siltan Selaheddîné Kurdî.’ Eva 800 sal zédetir di ser dewra wî da derbaz bû, lé héjajî bala hemî dinyayé dikişîné û mileté wî, nijada wî, hé teze wî nas dikin.

Divé em Kurd bişikrînin ku Yezdané bé şirîk û bé henpa piştî Zengîyan, parastin û berevanîya welaté Misilmanan ango dewleta Ebbasiyan danî ser milé malbatek ji malbatén Kurd ya Eyyûbîyan. Di dîroka İslamé da Kurd, di biné serwerîya malbateke payebilind da, bûne berevanén heq û hiqûq û rûmet û şerefa miletén Misilman û dersén dadmendî û merivayîtîyé dane hemî alema wé gerdûna bé bext û bé wefa. Ev berevanî bi Siltan Selaheddîn dest pé kir û heya ku afeta Moxilan da ser welatén Misilmanan domand.

Sebebé ku nivisandina dîrokan tim di desté roavayîyan da ye, navé barbarîyé li xwe nekirine û kémanî nanîne ser xwe. Belé di rastiya xwe da gava ku meriv li ‘érîşén Xaçperestan’ kûr dibî bi hésanî dibîné ku ji Moxil û Tatar û Ozbekan ne kémtirin, belkî ku ji wan zalimtir û xeddartirin. Tû eleqeyén wan bi Hz. Îsa va nîne. Barbarén rohılaté weke yén roavayîyan hemî bi hevra bend giré nedidan û bi keştîyén herbé érîş nedikirane ser gund û bajaran. Lé Qralîyetén İnglis, Fransız, Elman, İtalî, Bılxar, Norman û hemî prens û ruhbanén Dér û Manastiran yén Ewropa bi Rıchard é Dilşér, Fhilippe August, Frederik Barbaros va hatibûn ku yek Misilman tené li ser ruyé diné nehélin û bibine hakimé vé gerdûné.

Piştî Kurdan İslamîyeté pejirand û virda, hé di nîveka sedsala VIII’an da, bi mînaka Eba Mislimé Xoresanî péşkéş, aqilmend, şervan, dîplomat û wezîr ji wan çébûn û hédû hédû dewlet û mîrekîyén xwe li ser axa bab û kalén xwe ava kirin. Feodalîteya Kurdan jî weka ya hemî miletan di vé demé da xuliqî û rûnişt. Derfeta ku ré li péşîya dewlet avakirinén Kurdan vekir İslam û perwerda medreseyén İslamé bû. Xweşdîtin û hiqûqé İslamé bû. Mîrekén Kurdan ango dewletén Kurdan hemî di çerçewa İslamé da û di rîayeta Xelîfe yé Ebbasiyan da hikim dikiran. Dewletsaz, teknoqrat, brokrat, serdar û wezîrén navdar ji Kurdan radibuyan û ilimdarén Kurdan li gor zemané xwe ji ilimdarén Tirk û Ereb û farisan ne kémtir bûn.

Wezîré Dewleta Merwanîyan diço Bexdayé iş û karé dewleta Ebbasiyan bi serhev va tanîya. Ev Wezîr hewçend navdar û namdar bû ku Siltané Selçuqîyan Siltan Mesûd wî ji Xelîfe distanda dibira ba xwe. Ewé ku ré û benda şanî Serçoqîyan da û dewleta Kurd ya Merwanîyan ji holé rakir ev Wezîr Cuheyré Dewletsaz û leyzbaz bû. Heznewî, Şedadî û bi dehan dewlet û qralîyetén Kurdan dane peyî hev û li hemî deré Kurdistané sazîyén Kurdan yén rewadar û hemdem hatin avakirin di wan dem û zemanan da.

Di sedsala XII yé da qadroyén dewletsaz û broqrat û ilkimdarén Kurdan hé dewlmendtir û xwurttirin. Di nîveka vé sedsalé da malbateké Kurd ji malbata Rewadîyan li ser navé Eyyûbîyan Misir, Yemen, Libya, Sûdan, Sûrîye, Lûbnan, Diyarbekir, Mosil, Erbil û piranîya Kurdistané ji dagirkeran rizgar kir xiste biné hikmé xwe yé adil. Li péşberé Xaçperestan bi Tirkan û hemî Misilmanan ra tifaqan girédan û bûne Melîkén rast û dirist û rewadar yén welatén İslamé û Rohélata Navarast.

Siltan Selaheddîn Serdareke di biné hikmé Atabegî û Artoxîyan da bû. Qumandareke Zengîyan bû. Lé, hé di saxîya wî da Zengî û Artoxî ketine biné hikmé wî. Ewî weka Selçoqîyan bi şer û ceng û bébextîyan hikmé xwe biser nexist, hikmé Siltan Selaheddîn wisa adıl bû ku gava Mosilé dapéç dikira jéra digotan bûka hikimdar bi hemle ye, Ji bo ku prensesa ciwan hemla xwe bi selamet dané û netirsé, Selaheddîné Kurdî şerî radıwestan da.

Selaheddîn Misir û Sûrî ji Fransizan stand, dawî li qralîyeta Frengan ya Filistîné anî û bi dîwarén Qudsé va remz û nîşana Eyyûbîyan ya ‘Qral û Qertal’ daçıkand. Kurdan di wan deman da şeré çend heb qaçaxçîyan û nijdevanan nedikiran. Ev şerén giran şeré cîhané yé wé rojé bû. Li meydana şer dewletén wé demé yén heré mezin û super ciyén xwe girtibûn. Welatén Roava bi hemî mecalan hewl dabûne xwe ku careke din hikmé İskenderé Makedon bi ser van welatan bixin û careke din hikmé xwe yé bé fesal û bé awe li ser axa Mezopotamya yé rast bikin. Lé “hisaba mal û sûké li hev derneket”, keştîyén wan yén şer li zinaran ketin û şermezar û şerpeze dageriyane welatén xwe û wan Caméran çewan dîtibûn çon ji miletén xwe ra wisa qiset kirin. Û heya seré sedsala 20’an îdî hew wérîn carek jî bi van aqaran bikevin. Divé ku em vé jî qeyd bikin ku artéşén Eyyûbîyan - bi taybet di dewra Siltan Selaheddîn da - ji ‘Kurd û Tirkan’ hatibûne ristin. ( mézekin: İsmet Şeriv Wanlı –Batılı Seyyahların Gözüyle Kürtler ve Kürdistan sayfa 10/11 – Weşanén Awesta)

Siltan Selaheddîn ne bi tené şeré Xaçperestan kir û zordestîya wan ji ser axa miletén Misilman rakir; Ewî hikmé Fatımîyan rakir, Şeré Selçoqîyan, Ereban, Sûdanîyan, Zengîyan û gelekan kir û micadela wî ya heré mezin û çetîn bi malbata wî va bû. Hisab bikin ku malbatek ji prensan û lehengan dagirtî û dinya ketîye nava lepé vé malbaté. Malbat, malbateke diltenik û bi urf û adet û qerekteré xwe va girédayî. Kur û bira, mam û pismam, xal û xarz. Çewan ku Yusıfé Kananî hemi malbata xwe li dora xwe komkir, her waha Selaheddîn Yusifé Diwînî jî bu Melîké Misré û malbata xwe li dora xwe komkir. Lé pirsgirékén Yusıfé Kenanî yek bî, yé Yûsifé Diwînî sed û yekin.

Merditi û Mal belavkirina wî : Hema di destpéké de ev malé ku ji apé wî Esadeddîn Şérgo mayî li xelqé belav dik e. Her wiha ji Hikimdaré Misré Edîd jî alîkarîyan digré û wan jî li xelké belav dik e. Wé demé Misir jî dewlet e. Dewleta Ubeydiyan e. Di navbera salén 912-1171 é da 260 salan 14 kes ji vé malbata Ubeydîyan hikim li vé dewleté kirin e. Selaheddîn gava ku dibe Wezîr dest datîné ser malé Şawir û wan bertîlxwer û talanbirén hevalén wî. Bi van jî razî nabî, xezîneyén bajaran, xenîmetén ku ketine dest, hemî bi carek li serdar û leşkeran belav dik e. Selaheddîn xwe hewçend zéde bi serdar û leşker û mileté Misré û feqîr û fiqaran dide hezkirin ku Nureddîn Zengî lé dikevé şiké û jé disiliké. Di sala 1170 yé da erdhéjaneke dijwar li Misré çébû ye. Helwesta vî serdaré bé henpa di vé felaketé da pir bi rékûpék meşîya ye. Ew her mal belav dik e. Ew her delîlé béçar û bé kesa ye. Ew merdemér û camér e. Şérgoyé Mamé wî jî weka wî kirî ye. Di hemî şeran da, di hemî wextan da gava bajarek standîye û dest danîye ser xezîna wan, wî malî di cî da li şervanan belav kirî ye. Ji ber vé yeké ye ku gava wefat kir, kefené wî bi deyn standin anîn vî Siltané Mezin kefen kirin.

Siltan Malbata xwe dixwazé Misré: Selaheddîn Cîgiré Nûreddîn Mehmûd e. Ew gava pîyén wî erd digiré birayé xwe Tûranşah ji Zengî dixwazé ku bişîné cem. Ewî her xwestîye ku malbata xwe bide péş. Qîma wî bi malbata wî û bi Kurdan hatî ye. Piştî kurdan baweriya wî bi Tirkan jî heye, lé Siltan hîç baweriya xwe bi Ereban nanî ye. Ereb jé ra ne rastin û Ereb li meydané naxwuyén. Dibe ku Bexda jî jé disiliké. Lîder ji Kurdan dereng dertén, lé gava dertén, li ber meznayîya wan çavén dijminan venabin. 450 sal beriya Selaheddîn Eba Muslimé Xoresanî dawî li dewleta Emewîyan anî û dewleta Ebbasiyan ava kir. Ebbasiyan Eba Muslim bi kuştiné perû kirin. Îro jî Selaheddîné Eyyûbî buye Melîké Misré. Hikmé Fatimîyan rakirîye û careke din li ser navé Xelîfeyé Beğdayé, Xelîfeyé Ebbasiyan Xutbe dide xwendin, lé carek din dîsa xelîfe ji Siltané Kurd disiliké. Ji bébextan weye ka hemî kes wey wan in.

Nûreddîn Zengî newéré malbata wî bişeyné cem. Dilé wî jî di wesweseyé da ye. Mafé wî jî hey e. Malbateke wey şér û plıngan ku Xwedé bereketa xwe xistîye yé. Hemî Melîkin, hemî serdar û serwerin. Ev keremeke ku Xweda di sedsala XII yé da bi Kurdan ra kirî ye.

Hevalbendén wî yén Kurd : Eyazé Tewîlî, İzedîn Çurdîk, Mîré Banyazé, Mîré Telbagiré, Bahaddîn, Mîré Cizîré, Teqyedîn é Birayé Siltan, Seyfeddîn Elî û hemî Mîr û Prensén Hekkarî û Xweşavî û Mîrén Kurdan yén din. Şarezayé heré qenc û şéwirmendé Siltané Gewre, Diyaeddîn İsayé Hekkarî ye. Qadroyén sereke Kurdin û Diwana Bilinda Siltan ji şareza û pisporén Kurdan dagirtî ye. Kurd bi héjmara xwe ji Tirkan û wan qewmén din zehftirin û di cengé da jî ji wan wérektir û pisportirin. Ji 16 serfermandaran 13 yé wan Kurdin.

Wezîrtiya Şérgo û ya Selaheddîn : Wezîré Dewleta Ubeydiyan ya Misré ku navé wî Şawir e, dikeve tengîyé, xwe davé Nûreddîn Mehmûdé Zengî, Nûreddîn Zengî, Esadeddîn Şérgo û Selaheddîné birazyé wî ré dike hewara Şawir é Wezîré Misré.(1163)

Gava ku Şérgo sala 1164 é di heyva Gulané da diçe Misré û probleman hel dike çavén Şawir ji wé zîrekîya Şérgo ditirsé, Misrîyan li ber wî radike, Şérgo Şawir û hevalbendén wî ji Misré diqewirîné û dadigeré Şamé. Sala 1166é Şawir bi Frengan ra tékilî danî ku Misré bispéré Xaçperestan. Şérgo nahélé ku bébextîya Şawir heré serî. Gava sala 1168é Şawir té kuştin Şérgo dibe Wezîr. Şérgo sala 1169 yé dimré û Siltan Selaheddîn dikeve ciyé wî. Şérgo 2 heyv û 5 rojan wezîrtî dik e. Gava ku Şérgo dimré baweriya Edîd tené li Selaheddîn té. Selaheddîn nexwestîye bikevé biné baré wezîrtîyé. Serdarén ji wî zeximtir hebûn e. Lé Edîd emir dike ku bibe wezîr û serfermandar.

Wé demé talibén wezîrtîyé gelek bûn e. Ji van Taliban ku Serdarén Nurîyeya Misré bûn, Yarûqî, Qudebeddîn Erbilî, Seyfeddîn Elî yé Hekkarî û Şahabeddîné Xalé Siltané Mezin jî berendamin. Lé gava ku biryar li ser Selaheddîn Yusif Necmeddîn Eyyûb hatîye dan, Diyaeddîné zana û pispor yé Hekkarî xwe dide rexé Selaheddîn û wan reqîbén din jî bere bere tîne cem û benda wî xwurt, prestîja wî bi rékûpék dik e.

Dawî lé anîna Dewleta Fatimîyan û avakirina dewleta Eyyûbîyan : Dewleta Ubeydiyan (Fatimîyan) ji sala 912 yé heya sala 1172 yé 260 sal jiya ye. Paytexté vé dewleté 208 salin ku li Misré ye. Misir di desté Fatimî û Rafizîyan da di waré xwendin û tedrîsaté da bi paş ketî ye. Fatimî guh nadine xwendin û tedrîsaté. İnsîyatîf di desté malbata Qralîyeté da gelek qels e. Selaheddîn cara péşîn sala 1171 é Xudbeyé ji ser navé El-Edîd daye birîn û li ser navé İmam El-Mesûdî ku Xelîfeyé Ebbasiyan yé Bexdayé bû daye xwendin.

Şervanî û Qabilîyeta wî ya Leşkerî Heya sala 1172 yé bi merdîtî û camérîyé qîma hemî kesî bi xwe anîye û arteşeke xwurté şerker tenzîm kirîye û beré xwe daye ser Kerek û Şewbeké.

Siltan sala 1175 é şeré Kenzé Eswanî dik e. Nûreddîn Zengî sala 1174é dimiré û gelşa navbera wan û Zengiyan dest pé dik e.

Siltan sala 1174é, hema piştî Mirina Zengî bajaré Şamé dixe desté xwe. Di vé salé da Hums û Helebé jî vedigiré. Sala 1175 é Beré xwe dide Hema yé. Hézén giranén Zengiyan û Kurdan li bajaré Mosilé rûbarén hev dibin. Şeréké giran di navbera wan da diqewimé, Eyyûbî bi ser dikevin û Siltan rehmé li ésîran dik e, qencîyé bi wan ra dik e û wan serbest berdid e.

Di vî şeré dijwar da Melîké Erbilé Mizafereddîn li milé çepé, Seyfeddîné serweré Helebé li milé rasté Siltanin di qada şer da. Siltan her bajarek ku digré bin hikmé xwe, xwedîyek datîné ser. Xwedîyén wan bajaran bi giranî Eyyûbî ne ango Kurdin û Zengî û Artûxî e.

Xwedîyé Erbilé Mizafereddîn, yé Helebé Seyfeddîn e. Feruxşah xwedîyé Bableké ye. Xwedîyé Hema yé İzeddîn e. Ew xezînan digré û teslîmî serdaran dik e. Sala 1176 Menbec û Xezayé digré dide ser Helebé. Li véderé keçeka Nûreddîné Zengî, keçikeka biçûk tînin ku véderé bide yé, Siltan daxaza wan dipejirîné û Xezayé dide vé keçiké.

Siltan Şamé daye Tûranşah yé birayé xwe. Sala 1183 yé diçe ser Helebé, bajaré helebé ji İmadeddîn Zengî digré û ji ber Helebé va Xabûr û Nisébîn û Sirûcé dide yé.

Hisameddîn Tuman di vé salé da Sencaré digré dide birazyé xwe Teqyeddîn, paşî sala 1183 yé Heleb bi Sencaré va diguhére û dide kuré xwe Melîk Zahir. Melîk Zahir ji ber ku biçûk buye Seyfeddîn Esedî xwedîtî li Helebé kirî ye. Siltan di wé salé da heleb daye birayé xwe Melîk Adil. Piştra dîsa Melîk Adil anîye Misré û Helebé daye Melîk Zahir.

Himûs û Rehbe meraxeyén kurapé wî Nesreddîn Mehmûd in. Piştî ku Mosil vedigiré Walîyé vî bajarî li ser navé Siltan Selaheddîn Xutbe dixwîné. Di vé navé da Şarezor, Xelat û Mûşé dixe desté xwe. Herdû pîyén Selçoqiyan dike ferek sol û hikmé Eyyûbîyan dighîné ber léva bajaré Erziromé û Tuxrul Şah Balabané Selçoqî ré dike dinya wîyalî.

Serdarén Misilmanan û bi Gurcîyan va heya Qafqasya hemî kes serén xwe ji Siltané Mezin ra ditewînin. Li Xelaté Ewhed tengezar e, Erdîş û bajaré Wané ketine xetere yé. Piştgirî ji Sûrî û Cizîra Botan ji Siltan ra té. Melîk Adil bi wesîta kuré xwe Melîk Eşref ji Herran û farqîné alîkarî dişîné. Pîyé Eyyûbîyan ketîye Kurdistané. Roja Kurdan bilind buye û morala wan gelek geş e.

Şeré Hitîné gelek navdar e. Sala 1187é di heyva Hezîrané da şereke giran di navbera Xaçperest û Misilmanan da diqewimé. Hézén Misilmanan bi ser dikevin. Di nava ésîran da Mîrza Ermûté Xwedîyé Kerek û Şewbeké, Xewdîyé Teberîyé İbn. Hanfri, Xwedîyé Cibeylé (Cibail), Sereké Esbeteran Dawayé jî hebûn e. Mîrza Ermût (Prens Reynald karwaneke Misilmanan di wan rojan da şelandîye, kesî ji karwanîyan sax nehiştîye û zimané xwe diréjî Cenabé Péxenber (A.S.) kirî ye. Siltan Selaheddîn sondika wî xwarîye ku gava desté wî jé bigré wé bi desté xwe wî ceza bik e. Xweda bi desté wî va tîné û Prens Ermût cezayé xwe dixwe.

Piştî ku Hittîn û Teberîyé digrin, wan serdaran jî berdest dikin, şer germ dibî, di nava vé sala 1187 da Ekayé, Tibnîné, Seydayé, Beyrûté, Esqelané, Sûré, Reml û Darûmé, Xeza, Beyt Cibrîl û Netrûné vedigirin.

Dîsa di vé salé da Tilsiltan, Hema, Menbez, kerek, Sefûrî, Trablûs, Yafa, Ekbater, Dawa, Eqqa, Quds, Humeyn, Cebele, Lazikîye, Sihyun, Belatunus, Kas, Suxar, Burzanhé, Bexraş, Sefede, Kewkeb, Xuré Mexîmé ji biné hikmé Xaçperestan rizgar dikin.

Hevçend der û beled ji Hezîrana 1187 é heya Nîsana 1189 yé ji bindestiya Xaçperestan hatine rizgarkirin. Di 22 heyvan da dijmin mecbûré lihevhatiné (silhé=aştîyé) bûne. Siltané Mezin di şer da jî xweşmér e, di silhé da jî zor camér e. (*)

.

Mînakek ji Êrîşa Siltan Selaheddîn ya ser Ekayé : Ceng roja 21é Şebana 1189 yé ye. a. Nawend ji alé Selaheddîn va hatibû girtin. Ew li ser xeta bergehi (cepheyi) doço û dihat û nav li şerkeran dida. Şereké nîveké yé rastî. ( di nîzama cepheyé da li milé rasté ) : 1- Zana Diyaeddîn Îsa el-Hekarî di gel koma xwe bû. b. Li milé rasté 2 Mîrzayén kurén Selaheddîn bûn. 2- Melîk Efdel û 3- Melîk Zafir 4- Fermandarîya leşkeré Mûsilé , Serdar Zahireddîné Belenkerî ye. 5- Fermandariya leşkeré Diyarbekir, Fermandar Qutbedîné Mîré Hesenkéf ye. 6- Hisameddîn ibn. Laçîn Mîré Nablûsé. 7- El-Tewasé Qiymez el-Necmî bi hézeke mezin xwe daye baksa rasté. 8- Melik el- muzaffer Teqyedîn é pismamé Siltan 9- Seyfedîn Elî el- Meştûb yé Hekarî 10- Mîr Mucellî bi hindek grubén Kurdén Méhranî û Hekkarî va. 11- Serdaré leşkeré Sincaré Micahid Brûnqaş û di gel komek memlukan va. 12- Ji Erbilé Mizafereddîn é Ziyaeddîn bi leşker û mahiyeta xwe va. 13- Seyfedîn Yazkiç (Yaz-keç) û 14- Arslan Buxa bi koma esediyan ve.

Min vé tabloyé ji bona ku Kurd bizanin ka kî li dora Siltané navdar henin danî vir (**) Lé ku ne waha be em ji ku dizanin ka giranîya héz û serfermandarén şer Kurdin, piştra Tirkin û di biné fermandarîyén Kurdan da jî Erebin. Êzîdîyén Şengalé jî hatine hewara Siltan. Ji xwe ev Kurdén qedîm tû wextî xîreta xwe bernedan e,

Xizmetén Siltan Selaheddîn di warén îmaraté da: Jiyana Selahaddîn Eyubî di şerên dijwar û giran da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî dane avakirinê.

Gava ku Siltan Misir girt li véderé tû Medrese tinebûn e. Lewra mezhebé dewleté li gor Îmamé (şi’e) bû. Ji ber vé siyaseta dewleta Fatimî hewcedarîya medresan nedidîtan. Siltan Medreseyek nézî gora Îmamé Şafi’î ava dike. Dîsa li Meşheda Hz. Hiseyn xwendegehek ava dik e. Xwendegehek ya Henîfîyan dixe xizmeté, her waha Xwendegeheka Misré ya navdar bi Medresa Zeynel Ticar ava dike. Dîsa li Qahîreyé nexweşxaneyek di nav qesré da ava dik e. Li bajaré Qutsé jî Xwendegaheke ku bi weqfan pir dewlemende dike xizmeta xelké wî bajarî. Li Misré xwendegayek bo Malikîyan jî dixe xizmeté. Ji bo aborîya van medresan û nexweşxanan weqfén ku gelek dewlemendin dixe xizmeté. Wan tesîsan bi hatinén wekfan dide parastin û qaîmkirin. İbn. Xelikan waha dibéje : “- Ez di dilé xwe da li ser karén vî camérî sekinîm û min ji xwe ra got: ‘ Bé guman ew li dinya û axreté hemî şad e. Lewra wî li cîhané ev karén bi nav û deng û evqas vegirtinén mezin û héja û yén din kirin û bi vé re ewqas weqfén giranbaha jî saz kirin lé berbiçav tiştek ji wan jî ne li ser navé wî ne. Xendegaha Qerefaté tené bi navé ‘Medreseya Şafi’î’ té ziman. Navé yekî ‘Meşhed’ e. Ji Xanegehékra tené dibéjin ‘Xanegeha Seîd el-Su’eda’. Ji xwendegeha Henîfî ra ‘Siyûfî’ dibéjin. Ji xwendegeha Misré ra ‘Zeyn el-Ticcar ‘ dibéjin. Xwendegayeke din ya Misré ra dibéjin ‘Xendegeha Malikîyan’. Li Şamé jî Xwendegehek li ser navé ‘Malikîyan’ ava kirîye. Medresa Şamé ya ‘Salihî’ ye tené li ser navé wî ye lé ew jî bé weqf e. Di gel vî welaté berfireh û wé desthilatdarîya xurt ew pir nefsbiçûk, Xérxaz, nézî xelké, diltenik, dilovan, xwedî misyon û vizyon bû. Ji xwendevanan pir hez dikir. Guh dida wan û piştgirîya ilimdaran dikir a.” (Mézeke: İbn. Xelikan-Selaheddîné Eyyûbî – Wergera ji Erebî Emîn Narozî –Avesta 2009 İstanbul)

Qencîyén Eyyûbîyan ku li Kurdan Kirin e: Ji bona ku em bikaribin qencîyén Siltan Selaheddîn û hikmé Eyyûbîyan tesbît bikin, gelek û gelék ré û rébaz û mînak û delîl henin. Di vé mijaré da Şerefnama Şeref Xané Hikimdaré Hikûmeta Rojkan û Bajaré Bedlîsé çavkanîyeke gelek giring e. Ezé çend berjewendîyén Kurd û Kurdistané yén ku bi avabûna hikmé Eyyûbîyan bi dest ketine binim ziman. Bila qîz û xortén Kurdan jî bizanén Siltan û Hakim û Qralén Kurdan hene û mezinén Kurdan, ji mezinén xelqé ne kémtir ne jî zéde ne.

Şeref Xan dibéjé : “- Véga (1597) ku ez vé bernama xwe ya ha dinivsînim, ji berîya vé saeté 760 salin ku Bajaré Bedlîsé bi ‘mulhakatén xwe va’ (ku ev girédanén péva, Bedlîs û Xelat û Mûş û Xinûs û Motkan û Bayikan û Sîmek û Kavar û –carcaran- Kawaş’in Ş.Ep) tené 110 salan ji desté Malbata Diyaeddîn (Malbata Diyaeddîn malbata Şeref Xan ne Ş.Ep.) derketî ye. Weke din zincîra révabirina vé hikimdarîyé hîç qut nebuye û ji desté vé xanedanîyé derneketî ye.”(1)

1- Li gora ku dîroknasé héja Şeref Xan dibéjé cara péşîn Selçûkîyan sala 1140é Bajaré Bedlîsé Zeft kirine. Hikmé wan heya sala 1180 yé (40 salan) domandî ye. Gava ku li Misré Melîkén Eyyûbîyan nav û deng dane û siyaneta wan li cîhané bilind buye. Morala Rojkîyan jî her wisa bilind buye û cesaret hatîye wan û lehengén Rojkan ji ber bend û newalan, ji biné devî û daran derketine şeré dijminén dagirkerén zalim û zordest kirine û welaté xwe ji biné pîyén wanén gemar rizgar kirine.(2)

Ji bona ku em 110 salén wan dagirkeran temam bikin divé ku em behsa 29 salén Aqqoyînîyan( 1466 – 2495 ) û 41 salén Osmaniyan ( 1538 – 1579 ) bikin, lé ev yek ne mijara vé babeté ye. Mijara me ewe ka Eyyûbîyan çî qeder ronayî dane Kurd û Kurdistané.

Dîrokvanén Kurd û yén biyanî qet xwe reht nakin û behsa zemané Eyyûbîyan û girédanén vé dewleté bi bajaré Bedlîsé va nakin, hema di ser Bedlîsé da gav didin diçin Xelaté. Behsa Mûşé, Erdîş û Wan û Elcewazé heye. Heya Gurcistané ev behs té diréjkirin. Bedlîs di gewrîya dîroknivîsan da asé dibî. Lé Şeref Xané Gorbehîşt vé valayîyé dagirtî ye.

2-Şerefname, ‘Behsa Mîrén Bedlîsé, Beşa Yekan – Di Derheqé Melîk Eşref de ye. Wegera Zîya Avci- Çapa yekemîn pera 386 ‘ waha qeyd dik e:

3 - “ - Li gor edebiyatzanén mezin, zanayén bi fazîlet én dîroké û rawîyén bi bîr û bawer, bi aweyeke zelal té zanîn ku, dema Melik Eşref mîrektîya Bedlîsé girte desté xwe, di destpéké de li ser navé Siltanén Misir û Şamé hukum meşandîye û bi xwe hevdemé Melîk El-Eşref buye. Wan Sultanan gelek wî teqdîr kirine, réz û siyanet jé ra girtine û jé ra (yané ji Melîk Eşrefé Fermanrewané Bajaré Bedlîsé ra Ş.EP.) heyran man e.” (divé em jibîr nekin ku Melîk El-Eşref kuré birayé Siltan Selaheddîn kuré Melîk Adilé Melîké berpirsyaré Misré ye. Melîk Eşref jî ji malbata Xanedanîya Kisra ya hakimén Bedlîsé malbata Diyaeddîn e.)

Di vé mijaré da, Şeref Xané gorbehişt qala Sultan Celaleddîné Herzemşah dike ku hatîye ser Xelaté, bajaré Xelaté bindest kirîye û Melîk Eşref é Melîké Bedlîsé hawara xwe gihandîye Siltanén Misir û Şamé û rîya xeberdané dide Dîroknaseke ku xwedîyé Rewdetu’l Sefayé ye :

“- Sultan péşîyé ji Îraqé beré xwe da Xelaté. Wé çaxé mîré Bedlîsé Melik Eşref bû, Lé birayé wî Melik Mecdeddîn ser navé wî li Xelaté dima û parézgerî û parastina wir dikir. … Di esnayé van buyerén xwînavî de, (Vegirtina bajaré Xelaté û zîndankirina Mecdeddîn Ş.Ep.) Melîk Eşref ji FermanrewayénEyyûbîyan ra peyamér û name şandibû û daxwaza alikarîyé ji wan kiribû. Di vé navé da ji Fermanrewayén Misir û Şamé alîkarî jé ra hat. Melîk Eşref; di cî de bi leşkerén Kurdistané yén tagirén xwe re hereket kir û çû péşwazîya wan û li Deşta Mûşé ew dît. (gihîştin hev. Ş.Ep.) Piştre bi hevre çûne şeré Sultan Celaleddîn. … Bi vî aweyî dem hat û şerî dest pé kir û di navbera herdû milan de, di wé deşta fireh de şer hat daxistin. Piştî sé şev û sé rojan, şer bi netîceya şikestina leşkerén Siltan Celaleddîn dawî lé hat. … piştî vé şikestiné neketine pé leşkerén wî û hukumdaran bi awekî hevdengî dev ji pé ketina Sultan berdan û vegeriyan welatén xwe.(3)

Şeref Xané Gorbehîşt di derheqé Hikimdarîya Kilîsé da waha dibéje :

4 - ... “- yeké bi navé ‘Mend’ Kurdén dora Antaqya, Kilîs, Cûn û wan rexan anî ser benda xwe û çû cem Milûkén Misir û Şamé alîkarî ji wan xwest. … Hikimdarén payebilindén Eyyûbîyan piştgirîya wî kirin û ji Şam û Helebé bigré heya Cûn û Kilîsé hemî Kurdan spartine Mend û hikimdariya Mendan pejirandin. Her waha di delavé leşkerî û îdareyé da makam û selahîyeta wî xwurt kirin.” ( Divé em bizanin ku ev Hikimdarîya Mend’an ya malbata Canpolatan in. Heya sala 1616 yé xanedanîya wan dom kir. Ketine peyî xeyalén boş û betal, serî li ber Osmanîyan rakirin û mala xwe xira kirin. Ne tené Mala xwe lé vé heréma Kilîsé anîne sewîyeyeke wisa ku partîyén Kurdan ji vî bajarî ji sedé 2 dengan digirin. Kurdîtîya bé mîr û desthilatdarî û wezîr hew dikarî li ber xwe bid e. Ş.Ep..)

5 - Eyyûbîyan dewletén xwe li ser navén Misré, Şamé, Helebé, Hema yé, Humus é, Balbeké, Yemené, Keré û Kerké -li nav Ereban- ava kirin. Lé li Kurdistané jî Dewletén Eyyûbîyan weka Farqîn û Hesenkéfé ava kirin. Hikimdarîya Melîkan a Eskîfé heya seré sedsala 16 yé domand û piştî hingé weka “Yurtluk ve Ocaklık Sancaxî” kete Qanunnameyén Osmanîyan û heya 1850 yé ev statu dom kir. Mîrekîya Şérwan jî Eyyûbî nin. Hesenkéf, Sért û Şérwan ji 600 salan béhtir di biné fermanrewayîtîya Melîkén vé xanedanîyé da hikim kirine û Heskîf û Sért û Ristaqa ku bi Erebî dijtexilin esera Artuxîyan û dewama Eyyûbîyan e. Ez waha dizanim, lé divé Kurd bizanin ka bo çî Mérdîn, Hesenkéf, Sért û Ristaq bi Erebî dijtexilin, ango bo çî li Sewré, Rişmil û Mihelmiyan kurd bi Erebî diştexilin. Ez dibém ku ev ne asimila Ereban e û ev yek ne ewe ku Ereb hatine li çîyayén kurdistané bi cih bûn e.

7 - Li gora ku Mamoste Ebdillah Warlı di Pirtûka ‘Dîroka Dûgelé Kurdan’ da işaret dike, Mîrén Çemîşgezeké (Dérsimé) bi dewleta Eyyûbîyan ya Farqîné ra tifaqé giré da ye. Rola Eyyûbîyan ku belayé Serçoqén Anedolé ji pîsera Hikimdarén Çemîşgezeké haté vekirin heye û di weqaté ku Eyyûbî li ser hikjmin navén Mîrén véderé hemî bi ‘Melîkîtî’ té bi nav kirin.

8 - Hikmé Eyyûbîyan li Xabûr û Nisébîn û heya Sirûcé heye û bajaré Ruhayé, bajaré Mérdîné di biné desté Artuxiyan da bin jî dîsa bandora wan li vé herémé xwurt e. Bi Mîrén Mosil, cizîr, Amédî û Hekarî ra tékilîyén wan nayé inkarkirin. Mizafereddîn ji vé malbaté ye û hikim li bajaré Hewléré dik e. Piştî Tifaqa Kurd û Osmaniyan a 1514 yé ku li Bajaré Amasyayé li dar ket, sewq û îdara berîyé, ya Ruha, Wéranşehir, Serékanîyé û sînoré Kurd û Ereban bi sedsalan spartine melîkén hesenkéfé û Xanedanîya Eyyûbîyan. İbrahîm Paşayé Millî jî ji vé xanedanî yé ye.(4)

9 - Şewket Beysanoğlu di ‘Diyarbakır Tarihi cilt 1 Sayfa 293-351’ é da û perén 352-381 é da dûr û diréj qala Eyyûbî, Artûkî û bajarén Amed û Farqîné dik e. Ez dixwazim çend tiştén balkéş di derheqé Eyyûbîyan û Siltané Mezin da ji vé berhema héja bînime ziman:

Sal 1183 ye. Hesenkéf di biné hikmé Artûqîyan da ye. Hikimdaré wé Nûreddîn Mehmûdé kuré Kara –Arslan e. Nûreddîn dosté Siltan e. Nîreddîn ji Siltan daxaz dike ku bajaré Amedé ji Nisanoğlu bistîné bide wî. Siltan jî soz didé û roja 13 yé Nîsana 1183 yé té ser Diyarbekir. Nîsanoğlu gelek li ber xwe dide. Di dawîyé da bi şerté ku heyata wî û malbata wî bikeve garantîyé û mal û eyalén xwe derxe dervayé sûré û serbest ji vî diyarî biqeşté heré li hev tén. Ev Nîsanoğluyé çavbirçî tam sé rojan bar û barxanan ji Amedé dikişîné dervayé sûré. Siltan soz daye yé. Ew dengé xwe nak e. Dibéjin ku xezîna Diyarbekir gelek zengîn buye tené bi milyonan pirtûk di kitapxana Amedé da mewcûd bûne, Siltan 40 barén devan kitéb ji vir bar kirîye şandîye kutupxana İskenderî ye yé. Lé ya giring ewe ku dostéké Siltan jéra dibéje “- Te soz daye Nûreddîn ku tû Amedé bidî wî, ma te soz daye wî ku xezîneyé jî bidî yé?” Siltan Silhedîn dibéje “- Gava meriv qencîyek bi dostéké xwe ra kir, divé wé qencîyé nîvişkan mek e. Ku min Amedeke vingû vala da Nûreddîn, dostanîya me ma li kû?”

10 - Piştî Siltan Selaheddîn sala 1232 yé Melîk Kamilé Eyyûbî bajaré Amedé ji Artuxîyan distîné dike biné hikmé xwe. Bajaré Amedé ji zemané İmparatorîya medan heya niha çend sal di wexté Dewleta Merwaniyana Farqîné û çend sal jî bi himet û bereketa Eyyûbîyan hikmé Kurdan pejirandî ye. Tû débé ka Amed ji Kurdan xeyîdî ye. Wé demé Melîk Kamil, Melîké Dewleta Eyyûbîyan ya Farqîné ye . Gava ku bajaré Amedé dikevé desté Eyyûbîyan Selçoqî û Herzemî dîn û har dibin. Ew naxwezin ku bajaré Diyarbekir bibe bajareke Kurdan. Bi hemî félbaziyan heşt salan şeré standina vî bajarî dikin û sala 1240 é bajar dikevé biné hikmé Selçoqîyén Konya yé. Çîrok diréj e. Derdé me ne tené çar perçebûn e. Neyarén me 40 rovîyan di nava mixé xwe da xwedî dikin. Dûvé rovîyek li yé din nakevé. Em jî dev ji soz û peyman û sedaqeta xwe bernadin. Amed 8 salan bi şerén dijwar ma di biné hikmé Kurdan da û hew.

Min 10 mînakén qencîyén Eyyûbîyan anî ziman. Qencîyén wan bé hed û hesabin. Ew remz û nîşan û serbilindiya Kurdan in. Em Kurd minetdarén Selaheddînin heya axiré zeman.

Ev Şîreta Selaheddîné Kurdî jî ji Qîz û Xortén Kurdan ra Diyarî:

„- Ez hatibûm ber zewacé, dayka min ya héja 3 keçén narîn û dîlber teklîfé min kir. Yek jé dilbereka Ereb weke kihéléka Berîya Şengalé û horîyén Ceneta Firdews delal û bi hisn û cemal bû, ya duyemîn a zerîn û narîn, ji Atabegîyan, ji nijada Serçoqiyan bû ku av dixwara di gerdena wé ya nazik û ciwan da diberiqîya te digo ava zéra ye di gewrîya wé da berjér dibî, ya séyemîna esmera xwînşîrîn Kurd bû. Ji nijada min bû. Min ji dîya xwe ra go: «- Ez ya Kurd divém. İrf û adetén me baştir hev digirin. ... Ez bawerim ku min wé rojé biryareke rast da.“

Siltanê Mezin Selaheddînê Eyûbî (1138 – 1193) Ev Meqale Bîranîna Siltan Selaheddînê Kurdî ya 870 salvegerê ye Siltan Selaheddîn sala 1138 ê li Kurdistana Başûr nêzîkî Nehya Mesîf ku vêgav navê Selaheddîn li vê nehyeyê kirine hatîye dinê. Ev gundê ku bi navê Kela Duwîn tê binavkirin derêk stratejîke û di dema ku Siltanê Mezin ji dayîk buye, evder Qel’eyek ji keleyên Atabegîyan buye û Necmeddîn Eyûbê babê Wî, li vêderê Dîzdarê vî meqerî ye. Malbata wan ji Diwîn a Aranê, ji Kurdistana mintîqa Azerbeycanê bi Başûr va hatine, raste ku li Tikrîtê man e, raste ku li Bablekê jî Şêrgo û Necmeddîn serdarîtîyê kirine, lê xeberek heye ku dibêjin “ şar dûr e, ma mişar jî dûr e.” İro Kurdistanek azad heye, rêka Selaheddîn (Mesîf) li ber we ye, herin, li vêderê, ango li Hewlêra Paytext pirs bikin, di nava çend deqîqe de wê we bibine ber Kela Diwînê. Ku ez ne xeletbim sala 2005ê Wezareta Rewşenbîrî Kela Necmeddîn Eyûb ê Şadî da ihaleyê û da restorekirin. Selaheddîn gava ku 4 ê meha Adarê sala 1193 yê di 55 salîya xwe da li bajarê Şamê wefat kir pereyê kefenê di cêba wî da tinebû. Siltanê Mezin li kurê xwe Melîk Zahir van şîretan kirî ye : "- Ji rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilmé li xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu heta ku riza gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e" Berî ku biçe cîhadê ji derdora xwe ra digot; "- Min bi şûrê min ve defin bikin ku bila roja mahşerê tevî min rabe û li hizura Xwedê ji min re şahidîyê bike."

Çend Gotinên ji bo wî hatine gotin: (Ev xebat ya Rézdar Îkram Oğuz e. Min ji Navkurd é ji meqaleyeka wî girt.) Imparatorê Alman, piştî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; "- Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweşim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û kahramanek mezin bû." Berî şerê navbera wî û Xaçperestan, Qumandarê ordîya Xaçlîya Richard (Richardê dilşêr ango Qralé İngliz Arslan Yürekli Richard), ji eskerê xwe ra dibêje; " - Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê we mezintir e."

Dîrokvan Dr. Stanley; "- Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê şuphe ew, mirovek xwedî şeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû." Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; "- Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê kû dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û tehemûla wî bû".

SİLTANÊ MEZİN

Siltanê min şêr e,Li ser textê zêr e, Şehnazi ji me ra, Keda wî j’xelkê re...

Wî Ereban nas kir, Ewî wan xilaskir, Dît ku pir bébextin,Serê wana tas kir.

Ew tarê reş tarî, Ewî kir diyarî, Go:”- Ev remza we ye, Nîşana barbarî..

Hun hîç ne hêja ne, Ya min bo Xwuda ne, Bo Şerefa Ahmed, Qenc û Çaryara ne.

Ezim şêrê çîyan, Serdarê ewlîyan, Kurdê Kurdistan im, Şûnwarê Nebî’yan.

Qewmê İbrahîmin, Em Kurdên qedîmin, Ji Zerdeşt ta Ahmed, Xwedan ol û dînin.

Xald, Urart û Med’in, Merwanî û Şed’in, Emjî xwedan erdin, Bajar û Beledin..

Şar û şaristan’in, Bi deşt û zozan’in, Ewladên Ristem’in, Nesla Noşîrwan’in..

Ka bêjin hun kî ne, Bê şal û derpî ne, Ne j’bo Pêxenber bî, Kes li we nameyzîn e.”

(Diyarîyekê minê feqîr, bona Siltanê héja û Kebîr, Ji bo zarokén Kurmancan, ne ji bo zanayén xebîr) Şakir Epözdemir

T é b i n î

(*) Çavkanîya van melûmatén ku heya niha min dane, ji berhema İbn. Xelikan ya bi navé Siltan Selaheddîn Eyyûbî ku rézdar Emîn Narozî ji Erebî yé wergerandîye Kurdî yé hatine girtin. Avesya /Jiyan – Çapa 1 é – 2009 – Stenbol

(**)- Mézeke Péşdîroka Selaheddîn – Minorsky- wergera ji ingilîzî Mamoste Emîn Narozû û Emîne Onatlı – Avesta/Jiyan- çapa 1é pera 59 û 60 é)

(1) -Şerefname- Wergera Tirkî ya M.E.Bozarslan –Üçüncü Baskı sayfa 281/282)

(2) - Şerefname- Wergera Tirkî ya Mamoste M. Emin. Bozarslan –Üçüncü Baskı sayfa 284)

(3) – Dîroknasé xwedîyé Rewdetu’l Sefayé ji artéşa Rojkiyan ra dibéje ‘Leşkerén Kurdistané’. Ev balkéşî di erznama Mewlana İdrîsé Bedlîsî da ya ku ji Siltan Selîm ra sala 1516 yé ré kirîye da jî eşkere xwe nîşan da ye. ‘Artéşén Kurdistané, Leşkerén Kurdistané, Qral û Hakimén Kurdistané’ divé béne ser zimané xwendevan û rewşenbîrén me yén wî zemanî jî.

(4 ) – Ev rastî di Şerefnameyé da, di fesla Kilîsé û ya Hesenkéfé da bi eşkerayî té péşçavan. Qîma Osmanîyan bi prensén Hesenkéfé hatî ye. Evan prensan j îli kédera welat perpirsyarîyan girtibin, bé qisûr û bé kémanî révebirî kirin e.


0 views