• www.bircabelek.com

Serokê PAKê Mustafa Özçelik peyama sersaxiyê li ser wefata Ehmed Qasimoxlûyî de da


Serokê Giştî yê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) Mustafa Özçelik peyama sersaxiyê li ser wefata Ehmed Qasimoxlûyê weşand. Peyama sersaxiya Mustafa Özçelik wiha ye.

“Sersaxî ji malbata rehmetî Ehmed Qasimoxlû re,

Nivîskar, lêkolîner û kedkarê ziman û çanda Kurdî û bi taybetî jî yê zaravayê Kirmanckî(Zazakî), têkoşer û welatperwerê hêja Ehmed Qasimoxlû (Ehmedê Qasiman, Ehmedê Dirêhî) ji ber nexweşîya xwe çû ber dilovanîya xwedê

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî bûhişt be.

Em sersaxîyê ji malbat û heval û hogir û hezkirîyên rehmetî û ji gelê me re dixwazin, hevparê xema wan in.”

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Kaynak: Serokê PAKê Mustafa Özçelik peyama sersaxiyê li ser wefata Ehmed Qasimoxlûyî de da


0 views