• www.bircabelek.com

Endamekî HAK-PARê li mala xwe kuştî hat dîtin


Berbijêrê berê yê HAK-PARê yê ji bo Şaredariya Kayapinarê Ali Kizilay li mala xwe bi awayekî ku teqe li serê wî hatiye kirin, hat dîtin.

Ali Kizilay ku di sala 2014an de berbijêrê HAK-PARê yê ji bo Şaredariya Navçeya Kayapinar a Amedê bû, li mala xwe kuştî hat dîtin.

Bûyer li taxa Medya ya navçeya Kayapinar a Amedê qewimî. Hat ragihandin ku hevjîna Ali Kizilay ji malê derketiye û piştî demekê vegeriyaye malê û hevjînê xwe yê ku bi awayekî ku teqe li serê wî hatiye kirin dîtiye.

Hevjîna Ali Kizilay hêzên ewlehiyê û ambulans ji bûyerê agahdar kiriye.

Piştî lêkolînên destpêkê termê Ali Kizilay ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê li malê bi awayekî berfireh dest bi lêpirsîn û lêkolînan kiriye.

RÛDAW


0 views