• www.bircabelek.com

Cîgira Serokê Parlemantoya Almanya: Sozên li hember Kurd nehatin bicihkirin


Cîgira Serokê Parlemantoya Almanya Claudia Roth radigihîne, Kurd şer li dijî mezintirîn êrîşa rêxistina terorê DAIŞê kir, lê careke din hikûmetên welatên cîhanê sozên xwe yên derbarê mafên Kurd de bicih neanîn.

Cîgira Serokê Parlemantoya Almanya Claudia Roth ji K24ê re got: “Ma me xebata baş kiriye heta Kurd mafên xwe biparêzin? Kurd şer li dijî mezintirîn êrîşa rêxistina terorê DAIŞê kir, lê piştî wî şerî dîsa Kurd bi tenê hat hîştin û hikûmetan sozên xwe ji bo bidestxistina mafên Kurd bicih neanîn.”

Got jî: “Hejmarek mezin ji Kurdan li Almanya dijîn û neviyên şeşemîn li vir jidayik bûne, ewê cihê dilxweşî û serbilindiyê ye, Kurd reseniya xwe jidest nedane. Naxwezin kesek li Almanya bijî û reseniya xwe jidest bide, wek şaxekê ji darê bê birîn û hişk bibe.”

K'24

S. B


0 views