• www.bircabelek.com

Herêma Kurdistanê û Amed komîteyekî hevbeş a geştyariyê pêktînin!


Dilêr Ebdulrehman – Berdevkê desteya giştî ya geştûgazarê li herêma Kurdistanê, pêkanîna komîteyek hevbeş a geştyariyê ya di navbera herêma Kurdistanê û Amedê de ragehand.

Berdevkê desteya giştî ya geştûguzarê li herêma Kurdistanê Nadir Rostî ji BasNewsê re ragehand: ‘’ Duh 22.04.2019ê şandeyekî bazirganî û pîşesaziya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê serdana desteya giştî ya geştûguzar a herêma Kurdistanê kir û bi amadebûna serokê desteya geştûguzar a herêma Kurdistanê û serokê odeya bazirganiya Amedê ve di civînê de peyvendiyên geştyariyê yên navbera her du aliyan de hate guftûgo kirin.’’

Herwaha got: ‘’Di encama civînê de biryar hate dayîn her du alî bo karê geştyariyê alîkarê yek bin û bo karê kiryarî jî komîteyekî hevbeş dê bê ava kirin û hejmarek şîrketên geştyariyê dê bên erkdar kirin bo bicîhanîna wan xalên li ser yekdengî pêkhatine.’’

K24


0 views