• www.bircabelek.com

Nêçîrvan Barzanî kempînek ji bo paqijkirina jîngeha Kurdistanê ragihand


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima Roja Jîngeha Kurdistanê de li Hewlêrê, kempîneke yek hefteyî ji bo paqijkirina jîngeh û xwezaya Kurdistanê ragihand.

Di gotarekê de, Nêçîrvan Barzanî bi ragihandina kempîna yek hefteyî ya ji bo paqijkirina jîngeh û xwezaya Kurdistanê, daxwaz kirk u hemû taken Kurdistanê beşdarî di vê kempînê de bikin.

Nêçîrvan Barzanî got: Jîngeh mijareke gelek giring û xemeke mezin a cîhanî ye. Îro tenê rojek e ji bo bîranîna wê, lê belê berpirsatiya li hember jîngehê, erkekî hertimî ye. Jîngeh, destpêk û pêşeroja mirov û çavkaniya yekem a jiyanê ye, bi qasî ku jîngeh paqijtir bimîne, metirsiya li ser jiyanê kêmtir dibe.

Pîsbûna jîngehê li cîhanê weke metirsî tê hesibandin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê derbarê de ragihand: “Tevî hemû hewmû hewlên hikûmetê û ajansan, hêj pîsbûna jîngehê metirsiyeke mezin e ku divê were çareserkirin. Cîhanê pêwîstî bi têgihîştineke baştir û hevahengiyeke zêdetir e derbarê vê metirsiyê de. Erka hevbeş a cîhanê ye ku vê yekê çareser bike.”

Derbarê jîngeha Kurdistanê û biarmanckirina wê weke beşek ji proseya jinavbirina Kurd û Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, Serokwezîrê herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Xweza û xak û av û hewa yên wî welatî bi awayekê rêkxistî û bi şêweyeke otomatîk rastî têkdan, şewitandin, jêbirin û jinavbirinê bûye, êrîş û operasyonan ne tenê xelk, lê belê gelek bi hûrgilî jîngeha Kurdistanê jî ji nav birine. Her tiştî ku ji destê wan hatibe, qisûrî nekirine, di Enfalê de bi hezaran gundê Kurdistanê hatin wêrankirin û bi sedan hezar kilometer zewî û bi hezaran kanî, rez û bax bi gazên jehrî û bombebarana firoe û paşmayiyên mîn û teqînan hatine pîskirin, ku heta niha jî bandora wan a xirab li ser jîngehê maye û sedema dehan nexweşiyên tirsnak û ji dayikbûna kesên têkçûyî ye.”

Piştî rizgarkirina Iraqê di sala 2003 de û vejîna Herêma Krudistanê, weke ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Di yekemîn derfet de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hezaran gund û gundokên wêrankirî avedan kir, jiyan vegerande sedan navçeyên wêrankirî û jîngeh û xweza vejand, rihekî nû da Kurdistanê. Ya ku hatiye kirin di asta xewnên me de nîne lê belê ev karwan dê berdewm be û ya ku pêwîst e dezgeh û hevwelatî hevahengiyê bikin ji bo paqijhiştina jîngehê. Hikûmetê gelek pêngav avêtine: Sedan hezar dar hatine çandin, parkên niştimanî hatine çêkirin ji bo parastina balinde û ajelên çiyayî, herwiha bo projeyên pîşesazî û nîştecihbûnê rênimayî derketine ji bo zêdekirina rûberê keskahiyê û herî dawî jî ne biryara daxistina çendîn parzûngehan (rafîneriyan) daye, ku yek ji sedemên herî diyar ên pîsbûna jîngehê ne. Lê belê ew hemû ne bes in û me nekariye weke pêwîst jîngehê biparêzin. Ew erk bêyî welatiyan nayê cîbicîkirin, divê hevwelatî bixwe xwedî kultur û hişyariya parastina jîngehê bin, divê xwe bi xwediyê jîngehê bizanin û bi dilsoziyeke temam wê biparêzin û rê nedin ku jîngeh pîs bibe û hikûmet jî rêkarên sizadana binpêkararan tundtir bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku “ji bo parastina jîngehê, Herêma Kurdistanê pêwîstî bi stratejiyeke niştimanî heye” û tekez kir: “Em dê hemû rêkaran cîbicî bikin ji bo ku jîngehê biparêzin, em dê bibin hewlek ji hewlên cîhanî yên ji bo parastina jîngehê…Em dê hemû hewlan bidin, ji qonaxa baxçeyên zarokan heta qonaxên xwandina dibistanê û zanîngehan jî em dê baştirîn hişyariyên jîngehî di programên xwandinê de bicih bikin, em dê zarokên xwe bi baştirîn şêwe fêrî hezkirin û parastina jîngeha Kurdistanê bikin…Divê di qonaxên bihê de resayklîng were baştirkirin, sûd ji alternatîvên weke enerjiya tavê, ba û teknoljiya pak û dostê jîngehê bihê wergirtin. Bikaranîna otomobîlan divê were kêmkirin û di pêşerojê de hewla bikaranîna otomobîlên elektirîkî bihê dayîn, herwiha divê sîstema veguhastina giştî were berfirehtirkirin û hêdî hêdî bikeve ser enerjiya paqij.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî xelkê Kurdistanê weke berdeng (muxateb) girt û daxwaz kir: “Li her cihekê ku ji destê me hat, bila em darekê, gulekê li baxçeyekê yan li guldanekê biçînin û weke hevrêyekê temen lê binêrin, çavê me lê be heta ku mezin dibe, jîngeheke paqijtir û xweşiktir dê bide me.. Bila em hemû hewl bidin kêmtir otomobîl û gaz û sotemeniyê bikar bînin, ku darek hat birrîn, li cihê wê em du daran biçînin. Berpirsatiya li hember jîngehê ti deman dawî lê nayê û divê xem û erka rojane ya hemû taken wî welatî be.”

RÛDAW


0 views