• www.bırcabelek.com

Berevan Hemdî: Heta niha rûfatên 2 hezar û 672 Kurd hatine derxistin


Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ji qurbaniyên jenosayda Kurdan a bi destê desthilata Bees a Iraqê, heya niha termên 2 hezar û 672 kesan hatine derxistin ku ew rêje jî dike %1.2 a termên qurbaniyên jenosayda Kurdan.

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, Berevan Hemdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji 210 hezar kesên qurbaniyên jenosayda Kurdan, ku di nav wan de 182 hezar kes hatine enfalkirin, tenê rûfatên 2 hezar û 672 kesan ji hejmareke gorên bikom hatine derxistin.”

Berevan Hemdî herwiha got: “Ji wan 210 hezar kesan, 182 hezar kes di 8 qonaxan de hatine enfalkirin, 8 hezar Barzanî û qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê û bûyerên din hene. Piraniya gorên bikom ên qurbaniyên jenosaydê li sînorê parêzgehên Musena, Enbar û çend cîhên din ên Iraqê ne.”

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan diyar jî kir ku hejmara rast a gorên komî li ber destê wan nîn e, lê li gorî zanyariyên wan 151 gorên komî yên Kurdan mane ku hîn nehatine vekirin.

RÛDAW


0 views