• www.bircabelek.com

Enfal.. Ew birîn a nesarêj bi leş ê Kurdistanê ve


Her sal li gel Hatin a meh a Nîsanê de ku meha Enfalkirin a gel ê Kurde, hindî ku birîn a kesûkar ên enfalkiriyan dihê vekoulandin , hind hizir li qerebûua wan nahê kirn. Herçende kesûkar ên enfalkirîyan, dibêjin: Ti tştek nekare canê kesûkar ên me vegerrîne. Lê ji alîyê hikumet ên bi dûv hev re hatîne li Îraqê, heya niha yek Dînar wek qerebû bo kesûkar ên enfalkirîayan nehatîye xerckirin.

Met a Miryem wedî ya 5 kes ên enfalin û ji gund ê wan 40 kes ji alîyê rijêm a Beisê ve hatîne enfalkirin. Li ba wê her sal li meha çar, meha enfalan birîn a wan nû dibin û dihên vekulîyan û axivtin li ser karesatê dihên kirin û behs a qerebûyê jî tenê axivtin ên pêş mêdya û ser rûpel ên kaxezane. Heya niha hikumet ên bi dûv hev re hatîne li Îraqê yek Dînar jî bo kesûkar ên Enfalkirîyan xerc nekirêne.

Karesat Enfalê ku li dadgeh a bala ya tawanan li Îraqê û li çend welat ên din jî bi Cînosyîd a Kurdan hatîye nasîn, ji alîyê rijêm a Beis a Îraqî hat encmand ji 1986 heya 1989 vekêşa., li pirose ya herî mezin li 23/ Şubat a sal a 1988 destpêkir hey a 6ê Îlon a wê salê berdewam bû.

Karesat a Enfalan bi heşt qonaxan re burî, di encam de 182 hezar Kurd hatin ji enfalkirin û qirrkirin. Ew cînosayîd hind mezin bû ku pirranî a bajarok, Nahîye û gund ên başûr a Kurdistanê vegirt. Armanc a rijêm a Beisê ji navbirin a gel ê Kurd bû, lê rijêm a Sedam û Beis ji navçûn û gel ê Kurd jî azad û serfiraz vema.

K24


0 views