• www.bircabelek.com

Bi wêne…Hin dîmenên merasîma 31.mîn salvegera kîmyabarana Helebçê


Îro 16.03.2019ê li salona sporê girtî ya qada navnetewî ya Helebçê, merasîma 31.mîn salvegera kîmyabarana Helebçê destpê kir.

Li gor peyamnêrê BasNewsê ji merasîmê ragehandiye: ‘’Li çend birgeyekî merasîmê de cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û gelek berpirsên partî û hikûmeta Kurdistanê û Iraqê, herwaha nûnerên welat û parlamenterên Kurdistanê û Iraqê beşdarî merasîmê bûn û gotar û peyamên xwe xwandin.’’

Herwaha got: ‘’Di merasîmê de parêzgerê Helebçê Azad Tofîq, wezîrê karûbarên şehîd û enfalbûyan Mehmûd Hacî Salih, cîgirê serokê parlamentoya Iraq a federal Dr. Beşîr Hedad, gotarên xwe pêşkeş kirin.’’

Li gor peyamnêrê BasNewsê: ‘’Derveyî wan gotaran û gotarên kesûkarên şehîdan, çend çalakiyên hunerî tên pêşkeş kirin û herwaha bo sê rojan jî dê çalakiyên cuda cuda birêve biçin.’’

BasNews


0 views