• www.bircabelek.com

Li Efrîn û Kobanî teqîn: Kuştî û birîndar hene


Teqîneke bi otombîleke bombekirî li navenda bajarê Efrînê çêbû û di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes birîndar bûn.

Îro teqîneke mezin li cadeya Vêlat nêzîkî nexweşxaneya Dêrsim li navenda bajarê Efrînê çêbû, û li gorî agahiyên destpêkî bi dehan qurbanî hene, di nav wan de hejmarek ji çekdarên opozisyonê û kesên sivîl hene.

Teqîna li Efrînê

Herwiha îro teqînek li bingeheke serbazî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanî jî çêbû. Teqîn li bingeha Îstixbaratê ya YPGê li gundê Kor-Pîngarê ku 7 kîlometre ji Kobanî dûr e, qewimî.

Li gorî çavkaniyeke taybet di wê teqînê de, 4 şervanên YPGê û sivîlekî 15 salî jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha berpirsên YPGê li ser sedema teqînê zanyariyekê nedaye.

RÛDAW


0 views