• www.bircabelek.com

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê îro ji ber doza dijî "Kurdistanê" dicive


Îro Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê dê biryarê derbarê wan partiyên Bakurê Kurdistanê de bide, ku peyva Kurdistan di navê wan de heye.

Biryar e îro çarşemê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê lêkolîna yekem derbarê giliya dozgerê giştî ya li ser partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê de encam bide.

Dozgerê Giştî yê Tirkiyê, ji ber ku peyva Kurdistan di navê çend partiyên Kurdistanî yên li wî welatî de heye, li Dadgeha Destûrî ya wî welatê li dijî wan partiyan doz vekiriye.

Partiyên ku herî dawî doz li dijî wan hatine vekirin, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) ne. Pêştir jî Dozgerê Giştî yê Tirkiyê li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) li ser hebûna navê Kurdistanê di navê wê de, doz li dijî wê partiyê vekiribû.

Dozgerê Giştî di giliya xwe de daxwaz dike, peyva Kurdistanê ji navê wan partiyên ku ev peyv têde ye, were jêbirin an jî ew partî bêne daxistin.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Enqerê, Şewket Herkî derbarê civîna îro ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê de ragihand, îro rojeke giring e, ji ber ku Dadgeha Destûrî dê îro yekem nirxandina xwe li ser wê doza ku li dijî hebûna peyva Kurdistanê di navê çend partiyan de hatiye vekirin, bike û dibe ku her îro biryara dawî li ser wê dozê jî bide.

Şewket Herkî herwiha got, li gor nirxandin û şiroveyên ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê têne kirin, pêngava vekirina dozê li dijî wan partiyên Kurdistanî ji ber du sedemên sereke ye; ya yekem ji ber ku ew partî ji bo hilbijartinên vê carê yên şaredariyan bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re tifaqek pêk anîn û weke tifaqeke Kurdistanî dane naskirin, ya duyem jî ji ber hevpeymaniya navbera AK Partî û MHPê ye, ku roj bi roj bandora MHPê li ser AK Partiyê zêdetir dibe.

Ev yek di demekê de ye ku ew partiyên Kurdistanî, bi heman navê xwe yê niha ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi fermî moleta karkirinê wergirtine û ew bû çend sal ku bi awayekî yasayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kar dikin.

Duh jî PAKê di konferanseke rojnamevanî de li bjarê Amedê, li ser doza ku li dijî wan partiyan hatiye vekirin, helwesta xwe nîşan da û ragihand, ew pêngava ku li dijî wan hatiye kirin, karekî neyasayî û nehiqûqî ye û ew wê yekê red dikin.

Serokê PAKê, Mustafa Ozçelîk di wê konferansa rojnamevanî de dabû xuyakirin, ku ew dê bi rêyên yasayî û demokratîk li dijî wê pêngavê derkevin û tekez kiribû, ku wan di sala 2014an de mohleta fermî ya karkirinê ji Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê wergirtiye û kar û xebatên wan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çaçroveya yasayê de hatine kirin.

Ozçelîk tekez kir, ku ew nav, logo û dirûşmên partiya xwe naguherin û PAK dê li ser heman rêbaza xwe ya berê berdewam be li ser xebata xwe.

RÛDAW


0 views