• www.bircabelek.com

Omîda Êzidiyan bi Mesrûr Barzanî ye


Pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye cihê axaftina germ a kolana Kurdistanê, her alî û pêkhateyek jî daxwazên wê yên cuda hene. Kurdên Êzidî û bi taybet yên li Şingalê hêviyên wan mezin in ku kabîneya nû bikare hemû pirsgirêkên wan çareser bike û dawî li bêdadweriya ku ji aliyê Bexdayê li hember wan tên kirin, bîne.

Rewşenbîrê Êzidî Enter Dinayî ji K24ê re got: “Em wek Êzidiyan hêviya me bi kabîneya bê mezin e, ji ber ku Mesrûr Barzanî bow ê hatiye destnîşankirin. Me rol û ezmûna Mesrûr Barzanî wek Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dîtiye ku rola sereke ji bo aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dîtiye. Em geşbîn in bi kabîneya nû.”

Herwiha nivîskar Merwan Şêx Hesen dibêje: “Gelek geşbîn in ku vê carê Êzidî nayin perawîzxistin û ji postên hikûmetê bêpar nebin, ji ber ku Mesrûr Barzanî dê serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bike.”

Derwêş Cîcî dibêje: “Hêviya me mezin e ku piştî raspardina Mesrûr Barzanî wek Serokwezîr, karê zêdetir ji bo xizmeta Êzidiyan û avedankirina Şingalê were kirin.”

Çalakvanê Êzidî Kazim Bekir dibêje: “Destnîşankirina Mesûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji kabîneya bê re, cihê dilxweşiya Êzidiyên Şingalê ye. Di wê baweriyê de ne, pêdaçûna zêdetir di keysa Êzidiyan de bê kirin û piştevaniya zêdetir ji Êzidiyên Şingalê re bê kirin.”

K24


0 views