• www.bircabelek.com

Koçberên li Idlibê di rewşeke gelek xirab de dijîn


Li ser sînorê Tirkiyê li nav parêzgeha Idlibê 169 kampên koçberan hatine avakirin, koçberên nav kampeke navçeya Sermeda daxwaza alîkariyê dikin û dibêjin ew ji ber baranê nikarin li nav vê kampê bimînin.

Piraniya nişteciyên vê kampê ji Helebê û gundewarê wê ne, ew niha di rewşeke gelek xerab de dijîn, ji ber hatina baranê, av derbasî nav çadiran dibe û dibistana nav kampê nikare bi karê xwe rabe, rêveberê dibistanê jî dibêje, kursî û maseyên wan tune ne, şagird jî neçar dibin li ser erdê rûnin, lê ji ber barana zêde, ew nikarin wek berê rûnin û xwendina xwe berdewam bikin.

Xelkê vê kampê ku li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê hatiye avakirin, bi zehmetî dikarin çûn û hatinê bikin. Ji ber barana zêde ku nêzîka hefteyekê bê navber bariya, jiyana nav kampê bi tevahî dijwar kiriye û koçber jî niha di rewşeke xirab de dijîn

Yek ji koçberên vê kampê yê bi navê Mihemed Elyas dibêje: "Hefteyek dibe baran dibare, ev êş nayê kişandin, hemû der bûye herî. Av heta bi nav çadiran hatiye û me gelek nexweşî dît."

Zarokên kampê nikarin bi asanî biçin dibistana xwe û li gor xelkê kampê, av heta bi nav çadirên wan hatiye. Koçber ji vê rewşa ku niha têde ne gelekî bêzar û nîgeran bûne û li bendê ne hevkariya wan were kirin û ji vê rewşê bên rizgarkirin.

Beşar Huseyn koçberekî din e ku dibêje: "Em nikarin bi piyan biçin dibistanê, dema rê dibe herî em nikarin bi piyan biçin."

Koçber, Mihemed Elî jî dide zanîn: "Av heta bi nav çadiran hatiye, tiştên me şil bûne û dema roj derdikeve, wan ziwa dikin. Dema careke din baran dibare dubare tiştên me şil dibin."

Ev kamp dikeve bajarokê Sermeda ser bi parêzgeha Idlibê ku di jêr desthilata opozisyona Sûriyê de ye. Kamp demkî ye û wek pêwîst xizmetguzarî lê nînin, koçber jî li benda wê yekê ne ku hevkariya wan were kirin û bi kêmanî vê demsala zivistanê ji vê rewşa niha têde ne bên rizgarkirin.

RÛDAW


0 views