• www.bircabelek.com

Mesîhiyên Deşta Nînowa amadekariya ji dayîkbûna Mesîh dikin!


Piştî çar sal dagirkeriya rêxistina terorîst a DAIŞê û milîsên Heşdî Şeibî mesîhiyên deşta Nînowayê amadekariyên merasîma ji dayîkbûna Hezretî Mesîh dikin.

Çalakvanê mesîhî yê Deşta Nînowayê Êva Îlyas ji BasNewsê re ragehand, piştî çend salekan li koçberî û avareyiyê, îsal mesîhî bi azadî û di bin siya Pêşmerge de merasîma cejna dayîkbûna Hezretî Mesîh li Telesqofê dê pêkbînin.

Ew mesîhiyane piştî dagirkeriya DAIŞê koçberî bajarên herêma Kurdistanê bûn û li Kurdistanê bi azadî jiyan dikirin.

Endamê fermandariya Spîlkê ya eniya Telesqofê yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Meran Meran ji BasNewsê re ragehand, piştî temambûna şerê dijî DAIŞê û Heşdî Şeibî, mesîhî vegeryan wan navçeyên hêzên Pêşmerge birêve dibin.

Herwaha got, Pêşmerge bê cudayiyek hemû netew û ol ên li Kurdistanê diparêze û aramî û seqamgiriyê bo merasîman dabîn dike.

BasNews


0 views