• www.bircabelek.com

We" midaxele" kir em mudaxil in


Pêvajoya hilbijartinê derxist holê ku refleksên me yên rêxistinî rê li ber siyaseta neteweyî û yêkrêziyê digre. Pîvanek, istiqrarek tuneye... Tiştê mirov xemgin dike kurd bi xwe ne li hev in. Piştî hewldan û têkiliyên germ me rêkî nedit. Ji bo çi me rêkî nedit, ewê dîrok bi şiklekî vê pêvajoyê binivîsîne. Tiştê ku mirov xemgin dike, rê ditin li alikî em ji rê jî derketin.. Ya xerab rêwîyên ku istiqameta wan wek hev in ji bo berjewendîyên şexsî û grûbî zorê didin hev. Trêna wan bi sureteke mezin berê me daye felaketekê. Dawet daweta xelkê ye, lê em dixwazin serkêşîya govendê bikin. Sûcdarî û êrîşên li hemberi têkilî/fikrên pêkve xebatê mirov matmayi dihêle. Heyf e... Rêxistinên me vê pêvajoyê dubare, sêbare 30,40 sal berê derbaskirin. Zilm û zora desthilatdaran bîhna gel cikandîye, hin kes hîn ji li du "ez’’a xwe ne. Ji çete, diz û mafya re efû tê xwestin, bi hezaran welatparêz, şoreşger di girtigehan de ne. Hamû mafên xwebirêxistinkirinê, azadî ji holê rabûne; bi sedan dezgehên demokratik û şaredarî bê fonksîyon in. Demokrasîya li ser nigekî seqet dimeşîya bûye berate, em li dû "ez ji te bêtir Kurdistanî me" ne. Siyaset çare afirandine, ne bi hev ketine. Di çare afirandinênê de divê hedefek we îi hebe. Ji berjewendîyên şexsî û partîtîyê bêtir, divê hûn welatê xwe bifikirin. Li cem me ji hedefa azadiya welat bêtir em neyartiya hev dikin. Ya xerab em sûç û gunehên xwe davêjin ser dijberên xwe.

Kê "midaxele" kir?

Çend roj berê min daxuyaniya rêzdar Mustafa Karasu xwend. Dibêje: "ji derve midaxaleyek çê bû..." Mirov naveroka daxuyaniyê dixwîne şaş dibe. Kê "midaxele" kir? Kê rê li ber vê pêvajoyê girt? Têbinî: Beşek ji nivisa min î rupela nû.


0 views