• www.bircabelek.com

Agahadariya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya ji gelê me re


Agahadariya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya ji gelê me re

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê di roja 2yê Gulana 2018an de , bi civîneke çapemeniyê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ji raya giştî re îlan kiribûn.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, li gorî wan prensîbên siyasî yên ku ji raya giştî re hatibûn aşkere kirin, ji bo pêkanîna tifaqeke berfirehtir, li gel HUDAPAR û HDPyê hinek hevdîtin pêk anîn. Lê mixabin Di encamê de ev hewlen Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan negihîşte wê encameke erênî.

Ev hewlên Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan yên ji bo tifaqeke berfirehtir , di nav gelê me de heyecan û sînerjiyeke germ û xurt belav kir. Gelê me piştgiriyeke mezin da vê hewla ku, dê gelê me li ser nasnameya xwe ya netewî bibe weke aliyekî.

HUDAPARê heta îro jî tu bersîvek nedaye wê nameya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya ku li ser esasê prensîbên siyasî pêk hatibû. HDP û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser deklerayoneke ji 6 xalan pêk hatî li hev kiribûn. Lê HDPê Danezanên Rêzdar Selahattin Demîrtaş û HDPyê , bêyî ku van 6 xalan tê de bicîh bike, di 14yê Gulanê de ji raya giştî re aşkere kirin. Ev helwesta Navenda Giştî ya HDPê, tunehesibadina hevdîtinên ji bo tifaqê û wê deklerasyona 6 xalî bû. Ev helwest bû sebep ku, hewla Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li gel HDPyê negihêje encameke erênî.

Em weke Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK, bi wê hêz û pêştgiriya ku gelê me daye vê hewla me ya tifaqa hilbijartinê; em dê vê tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan yên ku di sala 2019an de dê li dar bikeve jî berdewam bikin. Herweha ev tifaqa me, ji bo tifaqeke netewî û demokratîk ya mayînde jî dê bibe bingeheke esasî .

Em dê di demên pêş de jî vê tifaqa xwe berdewam bikin. Bi vê hişmendiyê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan biryar da ku, di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de her parti û hereketeke di nav Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de ye dê di helwesta xwe de azad be.

Bi rêzdarî em gelê xwe agahdar dikin.

(Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK


0 views