• www.bircabelek.com

CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE


Cejn e, cejn e îro Cejna Zimanê Kurdî Lê sed mixabin îro weh kes pê nabedî Ger neki tu her peyv û xeberdana kurdî Li mêjû dê bî kût û belengazê xwedî

Nabî tu bi tac û text û Alaya Kurdî Wendayê dewlemendiya çanda MEDî Mînî bêrûmet û bê rewac û bêxwedî Lalî ye dê bit encama te çewa me dî

Çêbûne li dinê herdem tewrên wekî te Wenda bûne li jînê gelekên mîna te Bûne goristana bêkêlik li qada te Neke terka wî, her bêje Zimanê Kurdî!

15/ 05/ 2018

ZEYNELABİDİN ZINAR


0 views