• www.bircabelek.com

Miletê Kurd Komkujîya Dersimê Jibîrnake. (PDK-T)


Di dîroka Miletê Kurd de gelek komkujî pêk hatine. Li ser van karesatan Miletê Kurd dîtin û hestên xwe hergav anîne ziman. Gava ku Kurd li dîroka xwe temaşe dikin, zulm û hovitiya dewletên dagirker eşkere derdikeve pêş. Hîna jî dewletên dagirker li ser xeta xwe ya dagirkerî, komkujî û çewsandine dixwazin berdewam bin. Lê miletê Kurd li miqabilî vê hovitiye mirovperweriya xwe parastiye û doza aşitiyê ji xwe re kiriye rêbaz.

Di derbara Komkujıa Dersîmê de Melê Hesanê Kurd di helbesteke xwe de hestên xwe wilo tine ziman;

“Min awir da Gelê Dersim

Bi xwina sor bi rengdar e

Li ber berqefên Kûr

Min dit laşen spi sar e.

Keç û jinên Kurdan

Xwe diavêtin çemê Munzir

Digotin îro mirin cejne

Ma navên Tirk û Tatare”.

Em weke PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiye) 81 saliya komkujiya Dersimê bibîr tinin û hêzên ku di vê komkujiyê berpirsyarbûn şermezar dikin. Em ji berpirsyarên vê komkujı daxwaz dikin ku lêborinê ji Miletê Kurd û Gelê Dersimê bikin. Dewleta Tirk divê fermî ji miletê Kurd lêborine bixwaze û mafê Kurdan yên netewî li wana vegerine.

Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiyê

Meclîsa Navendî

04 05 201


0 views