• www.bircabelek.com

Serok Barzanî bi minasebeta cejna Newrozê peyamek pêşkêş kir.


Bi navê xwedê mezin

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Kurdî û cejna Newrozê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê dikim û hêviya şadî, xweşî û bextewî ji bo tevahiya aliyan dixwazim.

Newroz hertim bo gelê Kurdistanê bi wateya azadîxwazî û destpêka nû bûye, xebata gelê Krudistanê ya bo azadiyê ne babeteke nûye, ji demên kevnar de hebûye û niha jî berdewame. Gelê Kurdistanê ti carî di xebata xwe de bijardeya şer helnebijartiye belku tenê berevanî ji xwe kiriye û berevanî kirin jî mafeke revaye û di çarçoveya mafa parastina reva de bûye, li her serdemekî û di her qonaxekî de Kurdistanê xwestiye bi aştî û bidûr ji tundûtîjî kêşeyên heyî çareser bike û li her derfetek de jî destê xwe yê aştiyê dirêj kiriye.

Derbarê refrandûmê de jî beriya referandûmê û piştî referandûmê jî çend caran me ew yek dubare kir ku armanc aştî û nehêştina kokên kêşeyane û dixwazin bi aştî tevahiya tiştan çareser bikin, ew yek mafekê revaye û hertim hebûye û ti kes jî nikare ji gelê Kurdistanê vê mafa han bistîne lewre lazime ku giftûgo li ser çawetiya cîhbicîh kirina vê mafa han were kirin. Mixabin li ser astê navxweyî de jî gelek kes ku di destpêkê de hez ji referandûmê dikirin û li ser lidar xistina referandûmê biîsrar bûn, pişt re xwe ji berpirsiyartiya referandûmê vedizîn, ev di demekê deye ku dengê gelê Kurdistanê ne tawan bû û şaş jî nebû belkû derencama zilim û nemana hevpariyê bû. Bi diliniyayî eger rêz ji destûr û şeraket û hevpariyê hatiba girtin niha kêşeyên heyî gelek kêmtir dibûn û rewşa Îraqê jî baştir dibû.

Aliyên Îraqî li hember ew mafa reva ya gelê Kurdistanê di destpêkê de vekirî bûn û fêm kirina wan li hember niyazpakiya aştiyane ya gelê Kurdistanê hebû, lê mixabin beşek ji wan dijatî kirina mafên reva yên gelê Kurdistanê bi mebestên siyasî bikar anî û bi gemaro sepandin û zext û zordarî bersifa dengê aştiyane ya gelê Kurdistanê da. Ew car jî derket ku şer ne çaresere ji kêşeyên heyî re, hêvî dikin ku ezmûn û penda vê carê jî li gel pend û ezmûna demên derbasbûyî wisa li tevahiya aliyan bikin ku bi diyalog û jihev fêmkirin û aştî tevahiya kêşeyên heyî û kêşeya gelê Kurd jî li deverê de çareser bikin.

Ew rewşa ku li Kerkûk û deverên din di encama îxanet û sepandina bizordariyê derketiye, bi ti awayî nabe ermê waqê anjî rastî û lazime di çarçoveya destûr û madeya 140 ya destûrê de rewşa wan deveran were normalkirin û çareserî ji kêşeyan re were dîtin û herwiha lazime tedbîrên yasayî yên pêwîst li hember ew destdirêjî û komkujiyam, aware kirin yaku di meha cotmehê de pêk hatine bi taybetî li Xurmatûyê, werin stendin.

Niha normalbûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê tişteke başe û pêşwazî li vê yekê dikim û hêvî dikim ku diyalog berdewam be bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Em jî bi başî ji dilgiraniyên dewletên cîran tê digehijên û mafê wane ku hizra berejwendiyên xwe bikin lê piştî sed salan karesat û qurbanîdan lazime ew mafa han jî ji gelê Kurdistanê re rewa were dîtin ku hizir û biryara xwe bide û lazime ew yek jî ji wan re hatibe zelalkirin ku şer û tundûtîjî ti car bijardeya gelê Kurdistanê nebûye û ew yek bo ti aliyekî ti fêde nebûye û nabe.

Di nava çend salên derbasbûyî de di nava Kurdistanê de hinek alî bo aloz kirina rewşa Kurdistanî her cure rêyek cerbandin û li tevahiya deriyan dan û bi awayên curbicur astengî çê kirin lê ti tiştek bidest nexistin û bidiliniyayî eger li ser heman rêbazê berdewam bin li pêşerojê de jî ti tiştek destê wan nakeve û hêvî dikim ku li ser astê navxweyî yê Kurdistanê de her kes li vê yekê tê gehêştibe ku çareseriya serekî misoger kirina mafên gelê Kurd bi yekrêzî û yekdengî û kombûn di bin sîbana berejwendiyên hevbeş û netewî de dibe, çareser ewe ku tevahiya aliyan vegerin ser xwestekên gel ku yekîtî, biratî û têkoşîna hevbeşe.

Cêyê mixabiniyeke gelek zore ku Efrînê rastî şer,bûyerên nexweş hatiye û jiyan û asûdeyiya xelkê ketine nava metirsiyan, ew dêmenên ku li Efrînê hatin dîtin dilsoşin, şer di navbera aliyên çekdar de tişteke û bêrêzî kirin bi jin, zarok û sembolên netewî yên neteweyekî, dizîn, kuştina welatiyên bêtawan tişteke dine û karekî dijînsaniye û lazime pêşiya ew kiriyanê han yên qirêj û dij însanî were girtin, hêvî dikim dawî bi kuştin, aware kirina xelkê were û çareseriya serekî jî ewe ku kêşeyên heyî bi aştî û rêbazên siyasî werin çareser kirin, hêvî dikim aliyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê jî bi yekdengî û rêkarên aştiyane û Kurdane bikaribin mfaên xwe yên siyasî misoger bikin û tevahiya aliyan rêz li mafên gelê Kurd li Sûriyeyê bigirin.

Di dawî de bi vê minasebeta nîştimanî û netewî hêvî dikim ku rûpeleke nû di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê bo yekrêzî û yekdengî çê bibe û hêviya xweşî, bo tak takê welatiyên Kurdistanê dixwazim û silavên taybet pêşkêşî malbetên serfiraz yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman dikim û Newroza tevahiya we pîroz be.

Mesût Barzanî

20.3.2018


0 views