• www.bircabelek.com

Mesrûr Barzanî: Sîstema zankoya Amerîka li Kurdistanê bê cudayî derbas dibe


Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê di gotareke xwe ya merasîma derçûna yekem dewra zankoya Amerîka li Kurdistanê Dihukê de ragehand, qelem bingehê pêngavên herêma Kurdistanê yên pêşerojê dê diyar bike û kesên ku ji vê zankoyê derdikevin jî dê rêveber ji wan derkevin.

Mesrûr Barzanî bi amaje kirina rêberê şoreşa rizgarî xwaziya kurd a sedsala borî Mela Mistefa Barzanî, ku bi çaveke mezin derbarê xwandinê de axaftiye û ragehand, li zankoya Amerîka li Kurdistanê-Dihukê pêşxistina xwandinê û pêşketinê li Kurdistanê didin û bê ti cudayiyek olî ev dê berdewam bike.

Mesrûr Barzanî got: Em hewl didin hemû sîstemek di nav vê zankoyê de bê cudayî û bi proseyek demokratîk ve derbas bibe.

Mesrûr Barzanî ragehand, em hemû amadebûyên zankoya Amerîka ya li Kurdistanê teşfîq dikin ku ‘’Hewldanên xwe berdewam bikin û kar bikin.’’ Kesên li vê derê taybet in û ji çînê 2018ê yên xelkê kurd ên zîrek û tekoşer pêktên.’’

Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê keyfxweşiya xwe ji ber derçûna dewra yekem a xwandevanên zankoyê nîşan da û ragehand, Yekem pêngav û destpêkek mezin e bo pêşerojê. Ev bi rastî pêşketinek mezine û hesteke bi nirx e, ku em bi çavê xwe dibînin.

KURDİSTAN


0 views