• www.bircabelek.com

Li Bexdaya Paytext…Du Teqînên Xwekujî Pêk Hatin


Îro sibehê li paytexta Iraqê “Bexda”, du teqînên xwekujî rûdan, ji encamê bi dehan kes hatin kuştin û derdora 100 kesên sivîl birîndar bûn.

Li gorî ku hat ragihandin, du kesên xwekuj li devera “Sahet Teyran” ku li navenda Bexdayê ye, xwe li nava komeke karkeran peqand.

Wezareta Hundirîn a Iraqê jî ragihand ku sibeha îro Duşemê du kesên xwekuj bi rêya kemerên bumbebarkirî, xwe li nava koma karkeran peqand.


0 views