• www.bircabelek.com

Qaymeqamê Ranyayê ji Spûtnîkê re li ser rewşa dawî ya xwepêşandanan axivî


Ev çend rojin xwenîşandanên cemawerî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê berdewam dikin. Yek ji wan navçeyên xwêpêşandan lê hatin kirin Ranya bû ku îro jî ji bo çend demjimêran xwepêşandan berdewam bûn. Qeymeqamê Ranyayê ji Spûtnîkê re ragihand, li gor daxwaziyên destpêkê niha daxwazên xwepêşanderan guherîne ku ew jî nizanin çi dixwazin.

Qeymeqamê Ranyayê Hîwa Qerenî Ebdullah rewşa dawî ya bajar û navçeyê ji Spûtnîk Kurdistanê re vegot.

DI XWEPÊŞANDANÊN ÎRO DE TI ZIYANEKE CANÎ Û MADÎ ÇÊNEBÛ

Qeymeqamê Ranyayê got,"Îro rewş hinekî baştir bû ji doh û dohî jî baştir bû ji pêr, lê îro jî piştî nîvro xwenîşandan li Ranyayê hebûn. Mixabin piştî demjimêr sisyê êvarî hinek girjî û alozî di nav bajar de çêbû, lê niha rewşa Ranyayê pir aram e û xwenîşandan jî bidawî bûye û hîç zirar û ziyaneke giyanî û madî çênebû."

© SPUTNIK/

Herêma Kurdistanê - Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan

‘DAXWAZIYÊN XWEPÊŞANDERAN LI ŞÛNA GIŞTÎ BIN NIHA BÛNE DAXWAZIYÊN KESATÎ'

Hîwa Qerenî Ebdullah li ser daxwaziyên xwenîşanderan ev agahî dan: "Di destpêkê de daxwaziyên wan mûçe û baştirkirina rewşa wan û dabînkirina xizmetkariyan bû, lê niha nûnerê wan nediyarin û daxwaziyên wan li cihê ku giştî be niha bûne daxwaziyên kesatî û dibêjn, ‘ev mal divê lêre nebe, ew mala ha nabe lêre be' û nûnerên xwenîşanderan diyar nîne ku em bizanîn ligel wan bicivin, serbarî wê yekê me gelek hewl daye lê xwenîşander ta niha qayîl nebûne."

QEYMEQAMÊ RANYAYÊ WIHA BERSIVA PIRSÊN ME DA:

Xwenîşander dixawazin ew hêza ku ketiye nava bajar derkeve bo çi dernakeve?

‘HÊZA PÊŞMERGE METIRSIYA ÊRÎŞÊN SER BAREGEHAN Û MILKÊN GIŞTÎ HEBE, DÊ BIMÎNE'

Ew hêz hatiye ji bo parastina rewşa bajar û xelkê, eger em bizanin ku xwenîşander êrîş nakin ser baregah û milkên giştî, yek demjimêra din ew hêz di nav bajar de namîne û wê derkeve, lê ta metirsiya êrîşa ser baregah û milkên giştî bimîne ew hêza pêşmerge jî wê bimîne ji bo ku rewşa aramiya xelkê biparêze.

© SPUTNIK/

Herêma Kurdistanê - Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan

Eger xwenîşandan berdewam bin, hikumeta herêma Kurdistanê wê çawa bersiv û reftarê ligel bike?

‘GER ÊRÎŞ NEKIN, EM PIŞTGIRIYA HEMÛ DAXWAZIYÊN WAN DIKIN'

Em dixwazin ku cemawerê Kurdistanê xwenîşandanên aram û şaristanî bike, êrîş neke ser baregahan û neşewitîne û milkên giştî wêran neke, em bi hemû awayekî piştgîrya daxwaziyên wan dikin di çarçoveya xwenîşandanên şaristanî de, lê eger xwenîşandan tenê êrîşkirin be, em jî neçarin rewşa bajar biparêzîn û nehêlin baregahan bişewitînin, mixabin ku ta niha li Ranyayê tev baregehên partiyên siyasî şewitandî ne û êrîş kirirne ser hin baregehên hikumetê lê ne şewitandine.

Heta niha di xwepêşandanan de çiqas qurbanî li Ranyayê çêbûne?

© SPUTNIK/

Herêma Kurdistanê - Ranya - Silêmaniye - Xwepêşandan

DI XWEPÊŞANDANÊN ÎRO 22YÊ MEHÊ DE TI ZIYAN ÇÊNEBÛN

Mixabin ji yekem roja destpêkirina xwenîşandanan û ta doh 2 şehîd hebûn û nêzî 80 birîndar ji xwenîşanderan û hêzên asayişê hebûn, lê îro xweşbextane me ti ziyan û zirar nebûn. Herwiha îro hin zanayên olî û kesatî û navdarên deverê hewl dan ligel malbatên herdu şehîdan û bihevre ligel aliyên hikumetê çareseriyek bibînin û daxwaziyên wan cîbicî bikin û ta niha ew hewl berdewam in.


0 views