• www.bircabelek.com

“Rewşa tenduristiya Kosret Resûl baş e”


Diyar Ezîz

BasNews – Berpirsekî YNKê ragihand, rewşa tenduristiya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl xirab nebûye lê cardin hatiye ameliyatkirin.

Çend malperên Kurdistanî îdia kiribûn ku rewşa tenduristiya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl, ku niha li Almanya tê dermankirin, xirab bûye.

Lê berpirsekî YNKê, ku di heman demê de kesekî nêzîkî Kosret Resûl e jî, ji BasNewsê re got, ew nûçe rast nînin lê cardin hatiye ameliyatkirin û ameliyat jî bi serkeftî pêk hatiye û rewşa wî jî baş e.

Piştî bûyerên 16 Cotmehê û ketina Kerkûkê, rewşa tenduristiya Kosret Resûl xirab bibû. Demekê li Kurdistanê hat dermankirin lê paşê birin Almanya. Li Almanya jî heta niha 2 caran hatiye ameliyatkirin.


0 views