• www.bircabelek.com

Nêçîrvan Barzanî gihîşte Parîsê û dê bi Macron re bicive


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pilebilind a Kurdistanê gihîşte Parîs a paytexta Fransayê û biryar e bi Serokê Fransayê Emmaneul Macron re bicive.

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmaneul Macron, îro Înê 1ê Berfanbara 2017ê gihîşte Parîsê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vê serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de daxuyaniyeke belav kir û têde ragihand: “Îro Înê 01-12-2017 li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê birêz Emmanuel Macron, şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û bi endamîtiya birêzan Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên û Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî gihîşte Parîs a paytexta Fransayê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Nêçîrvan Barzanî dê sibe Şemiyê 2ê Berfanbara 2017ê bi Serokê Fransayê Emmaneul Macron re bicive û tekez dike: “Sibe Şemî 02-12-207 Serokê Fransayê birêz Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê li Parîsê pêşwaziyê li şanda Herêma Kurdistanê dike û di civînekê de rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên gotûbêjkirin. Herwiha dê pêwnendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê jî werin gotûbêjkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe amaje bi pêwendiyên dîrokî yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û rola wî welatî di piştevanîkirina milletê Kurd de kiriye û gotiye:

“Hikûmet û gelê Fransayê pêwendiyên dêrîn hene li gel Herêma Kurdistanê û herdem di qonaxên cuda de piştgirî û piştevaniya berdewam a xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê kirine. Di serdema serokê xwedê jê razî Fransçois Mitterrande de û di dema derxistina biryara Encumena Asayişa Navdewletî bo avakirina herêma dijefirînê ji bo parastina gelê Kurdistanê di sala 1991 de, hikûmeta Fransayê roleke çalak hebû. Herwiha Fransayê di dema şerê rêxistina terorîstî ya DAIŞê de, gelek piştevanî û alîkariya Pêşmerge kiriye, her di wê demê de jî serokê berê yê Fransayê birêz François Hollande du caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.”

KURDİSTAN


0 views