• www.bircabelek.com

Partiyên Kurdistanî li bakurê alîkariya qûrbaniyên erdheja Kermenşahê dikin


BasNews-Partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê girêdayî erdhêja li Kurdistanê rûdayî daxuyanîyek hevbeş ragihandin.

Ev jî daxûyaniya tevgera Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSK ye:

"Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di şeva 12yê Mijdara 2017an erdhejeke bihêz rûda.

Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji 530 kesan , li Başûrê Kurdistanê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 7500 kesan , li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 500 kesan birîndar bûne.

Piştî erdhejê, me weke partî û hereketên Kurdistanî gelek hewl da ku bi awayekî kampanyaya alîkarîyê wekin û vê alîkarîyê bigihînin gele xwe yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. Herweha em dizanin gelek dezgehên sivîl jî hewl dane ku alîkarîyê bişînin. Lê mixabin Dewleta Tirkîyeyê nahêle tu kes alîkarîyê bişîne Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirkîyeyê dibêje bes bi rêya Heyva Sor(Kizilay) a Tirkîyeyê alîkarî dikare biçe cîhê erdhejê.

Ji bo alîkarî gîhandina Kîrmanşanê jî, Dewleta Îranê rê nadê ku, bêyî Dewleta Îranê alîkarî bigihêje cîhên erdhejê.

Helwestên Dewletên Tirkîyeyê û Îranê li dijî mafê miroavan e, dubare ceza kirina gele me ye.

Em bangî Dewleta TirkÎyeyê û Îranê dikin ku, rê li ber alîkarîyên mirovî vekin.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û hemû dezgehên navnetewî dikin ku zûtirîn wext alîkarîya pêwîst bihigînin gele me yê li navçeyên erdhejê.

Em bangî gele xwe yê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Ewrûpa û li welatên din din yê cîhanê dikin ku, bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê, bi rêya dezgehên sivîl yên Kurd û Ewrûpîyan alîkarîyan bigihînin cîhên erdhejê.

Herweha her partî û dezgehên sivîl dikarin bi rêyên fiîlî, alîkarîyên madî û yên pêwîst berhev bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê.

Ji bo alikarî û lêxwedîderketina gelê me yê mexdûrê erdhejê, çi ji deste kê tê divê em seferber bibin."

15.11.2017


0 views