• www.bircabelek.com

Dîrok û ez


Şerefxan CÎZİRÎ/ Ez dixwazim bala we bikişînim ser vê pirsgirekê; Ez nabejim ez û dîrok, ez dibêjin dîrok û ez. Ji ber ku dîrok berî me heye. Ez di dîrokê de me, ne dîrok di min de ye. Gava ku ez di dîrokê de bin, ez dikarim alikariya guhertinên civakî bikim. Dîrok hergav berî me ye.

Her çiqase zanebûna min li ser dîrokê hebe jî, ez ne dîrok im. Dîrok ji min gelekî mezintir e. Ez dilopek av im, dîrok jî behr e. Ez gundek im, dîrok jî welatek e. Ez herfek im, dîrok jî zimanek e. Meşeleh, sîyasetmedar û rewşenbîrên me dibêjin, ez û civat, ez û siyaset, ez û edebiyat, ez û dîrok. Xwe dixin pêşiya civatê, dîrokê, edebiyatê. Heger eşkere nebêje jî, dibêje; ez navenda hemû tişta me! Gelek caran tê gotin; xwe nas bikin hûnê dîrokê ji nas bikin û hûnê civatê jî nas bikin. Ez dibêjim ev gotin hemû rastiyê ji me re nabêjin. Divê mirov bibêje dîrokê û civatê baş nas bike, tê wê gavê jî xwe bas nas bike! Her çiqasê di navbêna min û dîrokê de, min û civatê detêkiliyek du alî hebe jî, bingeh dîrok e, civat e, ez jî dura têm.

Civat pêşîyê, ez jî dura têm. Ziman pêşîyê, ez jî dura têm. Kultur pêşiyê, ez jî dura têm. Diya min pêşiyê, ez ji dura têm. Ma bavê mirovan dikare bibe kurê mirovan gelo? Heger mirov çeloxwarî be, dibe! Heger mirov xwe bike dewsa civatê, dibe! Yan na, tiştên berî mirovan hene û hinek tişt jî dura tên. Dîrok û ez jî wilo ne. Gava ku mirov xwe bike pêşîya dîrokêrêzana dîrokê tevlihevdu dibe… Mînak, Marksîstê Rusî George Plechanov di vê mijarê de gelek tiştên balkêş formule kirine. Dîtin û ramanan wîna bûne çavkanî rê nîşanî lêkolînvanan daye. Li gora Plechanov ji bona ku kes karibin roleke baş di dîrokê bileyizin pêşî divê mercên civakî pêk werin. Civat divê hinekî bistew e. Yan na kes nikarin pêşkêşiya guhertinên civatê bikin.

Gava ku kes bixwazin wan guhertinên civatî bikin, wê pêvajo beravêjî bibe û wê mirov di nava pêvajoyê de rastî pirsgirêkên hîna mezintir bibin. Ji bona ku mirov karibe tesîrekî baş li civatê, li rêberiyan bike û di pêvajoyê dîrokî de guhertinên bi wate bike, divê civat ji van guhertinan re amade be… Civata ku ne amade be, bi darê zor e qet nabe amade.

Dibe ku hinek gav werin avêtin lê ev gav ewê ne biserketibin. Heger li miqabilî darê zorê ew civat bikeve rêze û silavan li tê bike jî, ev silav ne ji dil in. Ev sileveke bi deyn hatiye dayîn. Sedî sed wê deyndar dûra deynê xwe ji te bixwaze! Ji xwe dîrok û ez li ser vê rastiyê têdikoşin û dixwazin bûyeran ji hevdu bitefsilînin… Dîroka gelek welatan buyê mezelekî ne diyarkiri ji bona mirovên ku dibêjin; ez û dîrok! Kes xwediyê kijan taybetmendiyan bibin bela bibin gava ku mercên civatî, bingeha ekonomî, stewyayîbûna rêxistin û sazîyan ne li gora hewcedariya guherandinê bin, di dawî de wê destik di bivirde bişkê. Gava ku destik di bivir de jî şikeşt, wê dijberê te pir bibin, pêvajoya guherandinê zehmet dibe, êş û elem zêde dibe, destkeftin jî li ber avê biçin. Kes çiqase xwedî taybetmendiyên bilind be jî, çiqase jêhati be jî, ew tenê dikare mohra xwe ya kesayetî li pêvajoyê bixine. Pêvajoya tevahî hêz û xurtbûna xwe, ji hêzên civata xwe digire û şopên mayînde bi duv xwe de dihele. Dîroka mirovantîyê baş nişanî mirovan dide ku mohra civatî tucara ne di destê kesan de ye. Ewên ku dîrokê wilo dinirxînin sergejin û nikarin guherandinên civatî û dîrokê baş jî analîz bikin. Dîroka mirovantîyê gelek kesên qurê li ber pêlên xwe birine.

Ew çûne, wana ji vê dinyayê barkirine lê dîroka mîrovahîyêhîna di şûna xwe de ye! Dîroka me bi wan kesên qûre dikene, henekên xwe bi wana dike û ji wana re dibêje; ma ne wê digot; em xelifê Bexdayê ne! Em serokên dinyayê ne? Ka hûn li ku ne? Mirov çiqasî mezinbin jî tucara ew nikarin bi darê zorê hinek tiştan li ser civatê ferz bikin. Tiştên buha an ji erzan ku li bêjna civatê nayê û ne li gora rewşa hêzên civatî be, kes nikarin bi darê zorê wan tiştan bicih binin. Darê zorê tiştekî demkî ye, zor dikare hinek tiştan bigûhere, ev jî rast e lê pirsgirêkên bingehîn bi darê zorê çareser nabin. Di vê wateyê de mirov tucara nikarê dîrokê çêbike dibêje Plechanov. Mirov nikare seata xwe li gora dilê xwe siwarbike, dîsa mirov nikare wext li gora dilbijandinên xwe bi pêş û bi paş de bibe… Heger mirov wêna bike jî ev nabe dîrok. Ji bona ku mirov bixwaze tesîrê li bûyerên dîrokî bike, divê mirov tesîrê li hişmendiya sosyal bike, li ya kulturî bike, li ya edebî û teorik bike. Di vê wateyê de mirov dikare dîrokê çêbike. Şopekê di duv xwe de bihele. Çi di warê kultur û sîyasetê de, çi di warê civat û pêşketinê de. Mirov tucara ne hewcedarê ku li bendî çêkirina dîrokê raweste.

Ez bixwazim- nexwazim dîrok çêdibe…


0 views