• www.bircabelek.com

ERÊ ji bo serxwebûna KURDISTANÊ !!!


Xelil Sipan / Rabûna gelan wek lehîyan e û gava rabûn tu kes nikare pêşîyê lê bigre. Gava pêşegtîya sîyasî li gorî berjewendîyên gel bûn û berpirsîyarîya xwe anîn cih û tu kes nikare pêşîyê li doza gel bigre.

Kurdan gelek çaran derfetên dîrokî revandin, berdêlên wan jî giran dan. Bi êrişa DEAŞ re û di nav çand mehan de, bi taybetî di Kurdistana Başûr de, guhetineke mêjû derkete holê. Lê ev guhertina bi giştî nehatin nivîsandin… Lê ev guhertinan, îro ji bo referandûma Serxwebûna Kurdistanê û gelê Kurd wek lehîyê dikişe û ji bo maf xwe yê dewletbûnê dertê kolana û mesajên xwe didin dinya yê...

Biryarê referendûmê, li gorî berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê ye û biryarekî dîrokî û pîroz e…PDKe û YNK di vê pêvajoyê de û bi hinek kêmasîyan ve be jî, Parlementoya Kurdistanê aktiv kirin û bi piranî biryarê referandûnê ERÊ kirin, biryareke dîrokî dan…

Goran û Komela îslamî, di civîna Parlemetoya Kurdistanê de cîh ne girtina wan, ji bo wan biryarekî xwe "kujîyê" bû…Di demkrasîyan de, hinek partîyên sîyasî dikarin di parlementoyan de cih negirin û heta dikarin boykot jî bikin…Lê belê rewşa Kurdistanê îro pêwîstîya wî bi yek rêzîkî netewî heye…Lê Goran û Komala îslamî berjewendînyên wan ne dîyarin û ji kî re xizmet dikin jî ne dîyare…Lê bersîva wî, wê gelê Kurdistanê di hilbijartina de bide û wê ji wan bipirse…

Polîtîkayên hinek dewletên mezin, dem û bi dem in, ew dewletan tenê berbirsîyarê berjewendîyên sîyaseta xwe ne. Berjewendîyên sîyasî di navbera dewletan de wek lêpên avê ne…Referandûma serxwebûna Kurdistanê, dibe ku li gorî berjewendîyên hinek welat û dewletan nebe û ev jî normal e…

Tiştê her girîng berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê ye…Gava em Kurd di vê çarçovê de, li biryarê Referandûmê binhêrin ? Bi hemû alîyan ve biryarê referandûnê rast e û dem wî li gorî berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistan ye…

ERÊ ji bo serxwebûna KURDISTANÊ !!!


0 views