• www.bircabelek.com

Şanda referandumê: Me Bexdayê re got, êdî emê bibin cîranên baş


Bexda-KDP.info- Şanda Bilind a Referandumê li Bexdayê mijara referandumê gotûbêj dike û endamekî wê şandê dibêje, me bi zelalî ji Bexdayê re got ku êdî emê bibin cîranên baş.

Şanda referandumê li Bexdayê jibilî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ligel Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî û Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir û Serokê Encumena Bilind a Îslamî Emar Hekîm û Serokê Ceyşa Muhdî Hadî Amirî, civiyan.

Endamê Şanda Kurdistanê bo Bexdayê Macid Bazirgan ji malpera KDP.info re ragihand: “Deriyekî nû ji gotûbêjan ligel Bexdayê hatiye vekirin û gotûbêjên vê carê ji bo referandum û serxwebûnê ye. Me bi zelalî ji Bexdayê re got ku êdî emê 2 cîranên baş bin û baştir e ji niha ku em gilî ji hev bikin.”

Macid Bazirgan derbarê razîbûna Bexdayê bi referandumê, wiha got: “Ew qebûl nekin yan jê na, êdî me biryara xwe daye. Me û Bexdayê behsa referandumê kir û me ji balyozxaneyên welatan re jî got ku bernameya me çi ye.”

Bazirgan wiha domand: “Emar Hekîm got ku diyar e qedera me ew e ku em pêkve bin, lê me jî got ku qedera Kurdistanê ew e ku serbixwe be.”

Hevdem Serokê Frakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Erefat Kerem jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serdana şanda referandumê pir baş bû û deriyekî nû di navbera herdu aliyan de vedibe. Hevahengî û pêwendiyên baş ligel Bexdayê di berjewendiya herdu aliyan de ne, herwiha dê ew hevahengî bibe sedema serkeftina referandumê jî.”


0 views