• www.bircabelek.com

Ji Barzaniyê Nemir heta îro: Ji otonomiyê ber bi serxwebûnê ve


BAS - Murat Özdemir

Herêma Kurdistanê tevî astengî, zehmetî, qeyran û şerên li dijî rêxistinên tundrew bi serokatiya Mesûd Barzanî îsal di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û bûye navenda aramî, siyasî û dîplomasî ya herêmê. Di vê serkeftin û pêşketina Herêma Kurdistanê ku niha ber bi serxwebûn û dewletbûnê ve diçe, gelek aktor hene. Lêbelê aktorek heye ku ev zêdetirî 70 sale bê rawestan di nava têkoşîn û xebatê de ye: Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK). Ev partî ku îsal 71. salvegera damezirandina wê ye jibo rizgariya miletê Kurdistanê di nava hewldan, xebat , kar û têkoşînê de ye, bi hezaran berdel dane, rastî sirgûnê hatiye, lêbelê dev ji doza xwe bernedaye û ev têkoşîna bêhempa ya Partiyê jî îsal bi biryara pêkanîna referandûmê gihiştiye ber asta dewletbûn û azadiya miletê Kurd.

Xebat li Surginê jî ranewastiyan: Hikûmeta Kurdistanê ya Dîasporayê

Barzaniyê Nemir, pêşengê doza miletê Kurd û Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî di sala 1946an fermandarê giştî yê Komara Kurdistanê bû di avakirin û ragihandina yekem a Komara Kurdistanê de cihê xwe girt. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê di encama lîstokan de ku nêzî salekê li ser lingan ma Barzaniyê Nemir, ligel 500 Pêşmergeyan derbasî Yekitiya Sowyeta Kevin bû û 12 salan li Sowyetê ma. Mele Mistefa Barzanî ne ji bo dûrketina ji dozê, berovajî wê ji bo avakirina derfetên parastina doza azadiya miletê Kurdistanê li gor rewş û konjonktora wê heyamê derbasî Sowyetê bûbû û di wê heyama 12 salan de Hikûmeta Kurdistanê ya Dîasporayê ava kir û nîşan da ku ew dev ji doza netewî ya miletê Kurd bernade. Piştî kudi 1958an de rêveberiya berê hat rûxandin û ‘Komara Iraqê’ hat avakirin, ew û rêhevalên xwe vegeriyan Kurdistanê û weke rêberekî şoreşger û niştimanî ji aliyê xelkên Kurd, Ereb û pêkhateyên olî û etnîkî ve bi germî, kêfxweşî û coşhat pêşwazîkirin.

Vegera Nemir Barzanî û Şoreşa Mezin

Nemir Mele Mistefa Barzanî piştî vegeriya, hikûmeta Iraqê wan sozên ku dabûn bicih neanîn û êrişî Kurdistanê kir. Mele Mistefa Barzanî jî di 1961an de Şoreşa Mezin da destpêkirin ku di dîroka Kurdan de bi navê ‘Şoreşa Îlonê’ tê zanîn. Di vê şoreşê de Barzaniyê Nemir bi serokatî, pêşengtî û fikr û ramanên xwe karî tevahiya hêzên demokrat û pêkhateyên Kurdistanê di bin sîwana şoreşê de kom bike. Di encama vê serkêşiya Mele Mistefa Barzanî de, yekrêziya pêkhateyên Kurdistanê û qehremaniya Pêşmergeyan di sengerên şer û çeperan de, hikûmeta Iraqê û leşkerê wê nekarîn xwe li ber îrade û biryardariya gelê Kurdistanê bigirin û di Adara 1970î de ji bo daxwaz û mafên Kurdan rêkeftinek di navbera şoreşger û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin. Ev rêkeftin bi navê ‘Rêkeftina Adarê’ tê zanîn. Lêbelê vê rêkeftinê jî zêde dewam nekir û hikûmeta Iraqê bi xurtkirina hêzên xwe rêkeftineke siyasî û aborî digel Îranê îmze kir û helbet armanca yekem a vê rêkeftinê jî tepisandina doz û têkoşîna miletê Kurd bû. Di sala 1975an de li Cezayîrê bi nevbeynkariya hikûmeta wî welatî Iraq û Îranê bi kompoloyeke herêmî û bêdengmana hêzên mezin, li dijî Şoreşa Kurdistanê ‘Rêkeftina Cezayîrê’ îmzekirin û dijminên Kurdistanê ku heyamekê neyarên hev bûn li dijî doz û şoreşa miletê Kurd dîsa hatin ba hev.

Serhildana Kurdan, Şoreşa Gulanê û rola Partiyê

Piştî vê rêkeftin, lihevkirin û geşedanên li herêmê Hikûmeta Iraqê dest bi kavilkirin, wêrankirin, valakirin û talankirina Kurdistanê kir û ev êrişên Iraqê ku bi piştevaniya hevalbendên wê, dagirkerên Kurdistanê yên din pêk dihatin bi hezaran Kurd awareyî Îranê bûn. Lêbelê vê heyama reş jî zêde dewam nekir û Partiyê bi serkêşiya şoreşê careke din dest bi kar, xebat û dozê kir heta serhildana 1991an ku di vê heyamê de bi sedhezaran Kurdistanî hatin qetilkirin, berdelên giran hatin dayîn û ji bo tepisandina doza miletê Kurd a azadiyê jenosîd jî bi serê Kurdan de anîn. Di encama berdelên giran de di 1991an de miletê Kurd bi pêşengiya Partî û hizbên din ên Kurdî, serî li hemberî rejîma Iraqê rakir ku ev jî bi navê ‘Şoreşa Gulanê’ di dîroka azadiya miletê Kurd de cihê xwe girt. Di encama vê serhildanê de milet û hizbên Kurdistanê beşeke mezin a axa Kurdistanê ji bin dagirkeriya rejîma Baasê rizgar kir. Salekê şûn de di 1992an de hikûmet û parlamentoya Kurdistanê hat avakirin û Herêma Kurdistanê ya federal ava bû.

Qonaxa piştî 2003an û Seroktiya Mesûd Barzanî

Piştî damezirandina hikûmeta federal a Herêma Kurdistanê û di encama têkoşîneke giran û bêrawestandan de beşeke Kurdistanê bi awayekî ne serbixwe jî be, ji jêr destê dagirkeran xilas bû û Herêma Kurdistanê ket qonaxa pêşketin û geşepêdanê. Di 2003an de rejîma di bin hukmê Sedam de ji aliyê DYA(Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê) û hevpeymanên wê ve hat hilweşandin û piştî vê qonaxê Kurdan careke din cihê xwe yê di siyaseta Iraqê û herêmê de bi awayekî xurt girtin. Partî (PDK) û Serkokê Partiyê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke serokekî netewî û niştaminî roleke mezin di siyaseta Iraqê û pêşketina welat û herêmê de girtin. Di serdema Brêmer de Serok Mesûd Barzanî bû endamê Encûmena Hukim ya Iraqê û salekê jî li gor rêkeftina di nevabera hêzên siyasî ya Iraqê de Mesûd Barzanî seroktiya wê encûmenê kir. Di 2005an de jî di encama hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê de, Mesûd Barzanî kurê Nemir Mele Mistefa Barzanî bû yekem Serokê Herêma Kurdistanê. Ji Barzaniyê Nemir heta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî têkoşîn û xebata partiyê qet nesekiniye. Niha jî Herêma Kurdistanê bi Seroktiya Mesûd Barzanî aktoreke sereke ye di siyaseta cîhanê û navdewletî de. Têkoşîn, kar û xebata Partî û hizbên Kurdî yên din, li ber wê ye ku bi serxwebûnê bê xemilandin.

Dîrok, armanc û sembolên partiyê

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku bawerî bi niştimanî, mafên mirovan, daperwerî, azadî û mafên netewî yên Kurdan û miletên din heye, di 16ê Tebaxa 1946an de ji aliyê Serokê netewa Kurd, Nemir Mele Mistefa Barzanî ve hatiye damezirandin. Destpêkê navê wê ‘Partiya Demokrata Kurd’ bû û li Kerkûkê di kongreya sêyem (26.01.1953)de navê Partiyê bi navê ‘Partiya Demokrata Kurdistanê’ hat guhertin. Armancên Partiyê wiha tên rêzkirin: Bi rêyên demokrat û aştiyane xebat û karkirin ji bo pêkanîn û bicîanîna mafê çarenivîs û serxwebûnê, yekrêziya Kurdan, pêkvejiyana pêkhateyên olî û etnîkî, aştî, azadî, daperwerî, siyasî, niştimanî, civakî, aborî, çandî, dîplomasî, mafên mirovan li ser asta navxweyî û navdewletî. Rengê zer ku weke tîrêj û şewqa rojê, ji damezrandinê heta niha bûye sembola partiyê û rengê sor jî sembola xwîna şehîdan e. Helbet her partî û rêxistin li gor şert û mercên qonax û heyama tê re derbas dibe, polîtîka û sloganên xwe diyar dike. PDK a di bin serpereştiya Barzaniyan de jî di her rewş û qonaxê de polîtîka û dirûşmên xwe li ser rizgarkirina Kurdistanê û azadiya miletê Kurd ava kirine. Dirûşma Partiyê ya pêşiyê, ‘Demokrasî ji bo Îraqê, otonomî ji bo Kurdistanê’ bû, piştre li gor konjonktura wê heyamê, slogana ‘Kurdistaneke demokrat û federal’ derket pêş û herî dawîn jî, ‘Kurdistana serbixwe û azad’ bû dirûşm û polîtîkaya Partiyê.

Kongreyên Partiyê:

Kongreyên ku partiyê heta niha li dar xistine li gor rêzê wiha ne; 1. Bexda, 16.08.1946, 2. BexdaAdara 1951an, 3. Kerkûk 26.01.1953, 4. Bexda, 07.10.1959, 5. Bexda, Adara 1960an, 6. Qeladiz, Tîrmeha 1964an, 7. Gelalê15.11.1966an, 8. Nawpirdan, 01.07.1970, 9. Li Zewê li Rojhilatê Kurdistanê 04.10.1979an de li dar ket û Mesûd Barzanî bi piraniya dengan bû serokê Partiyê, 10. Mergewera Rojhilatê Kurdistanê, 12.12.1989, 11. Li paytexta Hewlêrê 1993, 12. Hewlêr, 14.10.1996 û Kongraya Sêzdehan jî li Hewlêrê 11.12.2010an hat li dar xistin.

HEFTENAMEYA BAS


0 views