• www.bircabelek.com

Roja 25/9/2017 dê referandum li Başûrê Kurdistanê bê kirin


Hewlêr-KDP.info-Di civîna Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.

Îro, roja Çarşemê 7 Hizêrana 2017an, nûnerên bilind ên partiyên siyasî yên di nava parlemento, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêm, Serokê Hikûmet û Serok û Cîgirê Komisyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêr civiyan.

Di civînê de babeta referandûmê û hilbijartina Parlementoya Kurdistanê û pirsgirêkên siyasî yên navxweyî û rewşa navçê û cîhanê hate guftûgokirin. Amadebûyên civînê jî bîr û nêrînên xwe li ser pêwîstiya referandûm û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê anîn ziman.

Her di civînê de, amadebûyên civînê bi komeliya dengen li ser van xalan lihev kirin:

Yekem: Roja 25 Îlona 2017an wek roja encamdana referandûmê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hate diyarkirin.

Duyem: Her ji roja bidawîbûna civînê û heta dema birêveçûna referandûmê, alî kar bo karakirina parlemento û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew jî bo bidestanîna komdengiyeke niştimanî.

Sêyem: tekezî li ser çakirina jiyana xelkê û rewşa aborî ya welatiyên Kurdistanê, mûçexur, çîn û hejaran hate kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn bi pêkanîna Encûmena Bilind a Referandûmê bi Serokatiya Birêz Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn heta 12 Hizêranê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûna di çend komîteyên taybet bi referandûmê û piştî referandûmê diyar bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê

Partiya Şiyo'î (Sosyalist) a Kurdistanê

Partiya Sosyalist Demokratî Kurdistan

Partiya Zehmethêşanî Kurdistan

Partiya Karkeran û Rencderan a Kurdistanê

Partiya Çaksazî ya Pêşkefto ya Kurdistanê

Lîsta Hewlêr a Tirkmenan

Bereya Tirkmenên Iraqê

Lîsta Geşepêdanê a Tirkmenan

Lîsta Ermen di Parlementoya Kurdistanê de

Tevgera Demokratî a Aşûrî

Encûmena Gel a Kildanî a Aşûrî


0 views