• Kurdistan TV

Rojhilat: Di navbera pasdar û Pêşmergeyan de pevçûn


Hat zanîn ku duh êvarê li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û pasdaran de pevçûn derketiye. Hejmarek pasdar mirine û 4 jê jî birîndar bûne.

Li gor jêderên nûçeyan di navbera bajarê Serdeşt û Pîranşarê yê Rojhhilatê Kurdistanê de duh êvarî derengê şevê pevçûn di navbera Pêşmergeyên PDKÎ'yê de derketiye û di encama pevçûnê de hejmarek pasdarên Îranê mirine û 4 jê jî birîndar bûne. Herwiha şer di navbera Pêşmerge û pasdaran de berdewam dike û zanyariyên zêdetir li ber destê wan de nînin.

Li aliyê din jî heman jêderê tekeziyê li ser wê yekê jî kir ku rêya Serdeşt û Pîranşarê jî hatiye birrîn û pevçûnên dijwar li herêmê hene.

Komara Îslamî ya Îranê piştî xebata partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bajarên Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze kiribû û hewl dide rê li ber xebatên partiyên siyasî bigre. Piştî 25 salan partiyên Rojhilat di Newroza îsal de biryara çalakiyên aktîv stendibûn û berê Pêşmergeyên xwe dabûn Rojhilatê Kurdistanê. Herwiha di destpêla havînê de li Şino, Merîwanê di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û pasdaran de pevçûn derketibûn û zêdetir ji 40 pasdarên Îranê hatibûn kuştin.

www.bircabelek.com


0 views