• www.bircabelek.com

Serok li eniya şer e


Rojevakurd.com / Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan li mîhwera Xazir û her wiha serpereştîkirina operasyon û serkeftinên Pêşmerge ya li wê mîhwerê da serdana sengerên Pêşmerge kir.

Li vê serdanê da Serok Barzanî senger û binke û baregehên Pêşmerge ya li hêla pêşve ya bereyên şer kir û halê rewş û jiyana Pêşmergeyan li mîhwera Xazir pirsî û ji bo nirxandina pêşketinên dawî û serkeftinên Pêşmergeyan li gel Pêşmerge û Fermandeyên her dû mîhwera Xazir û Guwêr, Mexmûr civiya.

Li vê kombûnê da Fermandeyan naveroka pêşveçûna Hêzên Pêşmerge û ziyanên dijminan ji bo Serok Barzanî behs kir û ragihandin ku ure û morala Pêşmerge gelek bilinde û dijmin tûşî şikestekî mezin hatiye û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyonê da hemû armancên xwe yên diyarkirî li mîhwera Xazir bi dest aniye. Li beşekî dinê serdana xwe da Serok Barzanî destxweşiyê li Fermande û hêzên beşdarbuyên operasyonê kir û spasî qehremanî û xweragiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û serxweşiyê jî li kesukar û malbatên şehîdan kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest. Her wiha şîret û rênimayiyên pêwîst jî ji bo Fermandeyên mîhwera Xazir û Guwêr Mexmûr xisterû.

Hêjayî gotinêye berî sibehiya roja yekşemê 14.08.2016 Pêşmergeyên her dû mîhwera Xazir û Guwêr Mexmûr bi mebesta azadkirina gundên di navbera Werdek Guwêr li operasyonek da bi palpiştiya Hêzên Asmanî ya Hevpeymanan êrîş kirin ser terorîstên Da’îş û yanzdeh gund li wê navçeyê hate azad kirin û operasyon bi serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemû armancên xwe bi dest anî.


0 views