Search
  • www.bircabelek.com

2 gundên Bakurê Kurdistanê hatin kerentînekirin


Li Bakurê Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, 2 gund tên kerentînekirin.

Peyamnêrê K24 li Diyarbekir da zanîn, gundê Buxurê yê Mêrdînê ji ber ku welatiyek bi vîrusa Korona ketiye, hate kerentînekirin. Ew welatî jî li nexweşxaneya Mêrdînê di bin çavdêriya tenduristiyê de ye.

Diyar kir jî, ji ber ku malbatek ji Stenbolê serdanan gundê Rîçik yê Dêrsimê kiribû û 2 endamên wê malê bi vîrusa Korona ketine, ew gund jî hatiye kerentînekirin.

Li Tirkiyê agahiyên taybet bi bajaran nayin ragihandin, tenê amarên giştî tên dayîn, ji ber wê û li gor dawî amaran, li Tirkiyê 1704 kes bi vîrusa Korona ketine û 108 kesan canê xwe jidest dane.

K24

3 views