Search
  • www.bircabelek.com

Şoreşa Gulan.. Rêkeftina Cezaîrê bê encam kir

Updated: May 26


Hîna Sedam Husên û Mihemed Riza Şahê Îranê bi serkeftina rêkeftina xwe şad nebûbûn, li “Dol Zewî” li sînorê Hacî Omeran, mefrezeyeke Pêşmerge şikestin bi rêkeftina wan anî û bi dengê tivingên kevin, 23 Pêşmerge rûbirûyî artêşa Iraqê bûn û Bexda û Tehran veciniqadin. Li zozanên Kurdistanê, dawiya meha Gulanê, xweza û keşûhewa xweş û geş bûbû. Ewa Bexda û Tehranê bîr lê nekiribûn, şoreş serî hilbide, lê Pêşmerge bi vegera bo çiyayan û destpêkirina şoreşê, mirina rêkeftina wan ragihand. Di tomara bizava rizgarîxwaza Kurd de 26ê Gulana her salekê, taybet e bi bîranîna serîhildana Şoreşa Gulanê ye.



Şoreş di şert û merceke cuda bû, ku Kurd rastî şikestina derûnî, siyasî û serbazî bûbû. Zehmet bû di rewşeke wiha de, ku Şoreşa Îlonê piştî 15 salan di Adara sala 1975an bişike, careke din dest bi xebata çekdarî bibe. Lê nerîna serkirdeyên genc ên şoreşê, bi taybet Serok Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî, fermandarê meydanî di wê demê de karîn careke din xewna destpêkirina şoreşê bikin rastiyek. Bi navbênkariya Serokê Cezaîrê Hewarî Bomedyen di 6ê Adara 1975an rêkeftinek di navbera Cîgirê Serokê Iraqê yaw ê demê Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Riza li perawîza kongreya welatên Opec li Cezaîrê rêkeftinek îmze kirin.



Li gor rêkeftinê, Iraq razî bû kendav di navbera Iraq û Îranê de bê dabeşkirin û pirsgirêkên sînorî bi Îranê çareser bike, bi merca ku Îranê deriyê piştevaniyê di rûyê şoreşa Kurdan de bigire. Rêkeftina di navbera Iraq û Îranê de, bi piştevaniyeke Erebî û navdewletî destbikar bû û Kurd bi tenê li çiyayan man. Serkirdatiya Şoreşa Îlonê rêkeftina Cezaîrê bi plangîriyeke navdewletî li dijî neteweke bindest û şoreşa wê binavkir. Şoreşa Îlonê bi kirdarî hemû derî bi rûyê de hatin girtin û Îranê sînorê xwe daxist û rêgirî li gihîştina her cure hevkariyeke mirovî û lojistî girt. Hevdem jî Iraq hemû danûstandin red kir û tenê bijardeya xweradestkirina şoreşê xwast, di endamê de şoreşa Îlonê piştî 15 salan ji xebat û qurbanîdanê rastî şikestina serbazî hat, lê serkirdeyên xwe radestî Iraqê nekirin û li rêkeftina Cezaîrê mikur nehat.



Bi hezaran welatî û Pêşmergeyên Îlonê wek penaber berê xwe dan Îranê û li kampên penaberande man û serkidatiyeke demkî bo birêvebirina karûbarên partî û şoreşê pêk anî. Li kampên penaberên şoreşê de li Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê xwe birêk xist û dest bi dirustkirina pêwendiyan bi şane û rêxistinên pêştir ên li nava Iraqê re kir. Hevdem ji aliyekî din ve jî,  çalakvanên siyasî dest bi avakirina grûp û rêxistinên siyasî kirin, ta valahiya ji piştî koçberbûna Pêşmerge û kadroyên şoreşê çê bûye dagirin. Herwiha di bin çavdêriya Rêberê Şoreşa Îlonê Mistefa Barzanî de, Serok Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî dest bi tevgerê kirin, ta meşxelê şoreşê vêxînin. Ji bo wê jî, piştî danîna bernameyekê û amadekariyên pêwîst, roja 26ê Gulana 1976an mefrezeyeke Pêşmerge ku ji 23 Pêşmerge bûn, li navçeya “Dol Zevî” rûbirûyî yekîneyeke artêşa Iraqê bûn. Her çend e, şer û pevçûnan yek demjimêrê dirêj kir, lê dawî bi serdema şikestinê anî û destpêkeke din ji şoreşa rizgarîxwaza Kurd re dirust kir û venemirî  heta Kurd li Iraqê gihandin nêzîkî serxwebûnê.   Destpêkirina şoreşa Kurd û vêketina Şoreşa Gulanê, bû destpêkek ji mirina yekcarî ya rêkeftina Cezaîrê.



Di 44emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû û yek ji wan qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û selmand ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê îradeya têkoşîna gelê Kurdistanê ti demekê naşikê û bi vîn û hêzeke nû ve serîhildide. Di peyamê de, Serok Barzanî ku bixwe Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû û ligel birayê xwe Îdrîa Barzanî serkirdatiya Şoreşa Gulanê kir nivîsî: Peyama Şoreşa Gulanê ku li bîst û şeşê Gulana 1976 da hil pê kir, peyama berdewam û berxwedan û pêdagiriyê li mafên rewayên gelê me bû. Di derbarê berhema şoreşê de jî Serok Barzanî diyar kir, berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û fireh alî û hilbijartin û damezrandina sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane û bi xwîn û rondikan pêk hatine. Herwiha Serok Barzanî nivîsî: Di salvegera çil û çaremîn salvegera Şoreşa Gulanê de tekez li ser peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û xelkê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikîn ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçe.

K24 S. B

5 views