Search
  • www.bircabelek.com

ŞEREF XAN Û ŞEREFNAME


Şakir Epözdemir Lêkolînêr – Nivîskar


  1. Seyit Beyar Botan Moderatör · 21 saat

  2. ŞEREF XAN Û ŞEREFNAME … Şeref Xan dibêje: “-Min biryar girt ku navê vê berhemê danime Şerefname. Di vê derê da armanca min ewe ku ew malbatên di jîyana Kurdistanê da rola xwe leyîztibin û aqtîf bin, li pişta perdeyê nemînin. (Mêze: şerefname M.E. Bozarslan Weşanxana Hasat çapa 4ê s.11)… Şeref Xan, xwe û malbata xwe dighêjînê Qralên Kisra. Weka ku tê zanîn Qralên Kisra bi eslê xwe Kurdin. Dibêje milet bi gelemperî dibêjin “Mîrên Rojkan ji silala Noşîrewanê adil’in.” Lê ya rast ewe ku di zemanê Qralê Kısra yê 5.min da Camaspê kurê Fîroz li ser navê Kubad serwerîyê li bajarên Şêrwanê û Ermenîstanê dikira; gava dimirê 3 kur jê dimînin. Kureke wî bi navê Behwat li bajarê Xelatê niştecî dibî, Mîrên Bedlîs û Sasonê ji vê slaleya Behwat’in”. Ew dema ku Şeref Xan vana dibêje, çavên gelek malmezinên Kurdan lê ye ku xwe bi giragirêkê Ereban va girê bidin.… Mîrên Bedlîsê misyona xwe ji dîrokê digirin û di şiûra wan da bi cih buye ku ji pêşiya İslamê va; evê malbata payebilind serweriyê li Kurdistan û Îranê kirine û ola Zerdeştî ji xwe ra weke olperestîyek fermî pejirandin e. Dînê dewleta Sasaniyan wê demê bi fermî Zerdeştî ye. Urf û adet û toreya Kurdewarîyê buye havênê kesayetîya wan.… Ji ber vê Misyona dîrokî, Mîrekên Bedlîsê Malbata Bahaeddîn û ya Sasonê ya Ezîzan tim bi çavên dewletê xwe nirxandin e. Şaristanîya wan û şexsîyeta wan ji vê misyona mêjoyî têt.… Erka wan erka dewletê ye. Xwe weke reîsê welat û miletek dibînin û dizanin ku perçeyek ji Miletê Kurdên qedîmin û bi taybet Kurdistanî ne. Welatêkê wan heye ku ji welatên cîhanê ne kêmtir e.…Şeref Xan dibêje “ji sala 1597ê wê va 760 salın ku Wilayeta Bedlîsê û der û berên bi vî bajarî va girêdayî; di binê hikmê malbata min da ye. Di van salan da tenê 110 sal fermanrewatîya vê malbatê qut bu ye.” … Şeref Xan işaret dike ku ji sala 836 ê Mîladî va, ev dewlet, 110 salan ketîye binê işxala biyaniyan ku 40 salên Serçuqiyan, 29 salên Aqqoyîniyan û 41 salên Osmanîyanin dike 110 sal. Dîroknas û İlimdarek weke Şeref Xan mudaxela Osmaniyan jî weke mudaxela Selçuqî û ya Aqqoyîniyan dibînê û vê midaxela ne rewadar, weke işxalê dinirxîn ê. Ev yek bi tenê gringîya vê malbatê tescîl dik e. (Şerefname a.g. s. 419)… Şeref Xan 25ê Sibata sala 1543 yê li îranê, li navça Kerhurd’a bi bajarê Kumê va girêdayî ji dayik bu ye. Sala 1579 yê da dageriyaye welatê xwe û derketîye ser textê dewleta Rojkan. Gava derketîye ser text 36 salî ye.… Şeref Xan, Bi zarokên Şah Tahmasp ra di Seraya dewleta Sefewiyan da xwendîye û bi şahzadeyan ra perwerde bu ye. Hê 12 salî Şah Tahmasp berpirsyariya fermanrewatîya welatê Rojkan bi daxaza Emir Şemseddînê babê wî bi fermannameyeke cîhanşimûlîva sipartîye wî. Rıtba Xanîtîyê jî Şah Tahmasp daye cenabê wî. Şeref Xan berîya dagerê welatê xwe 24 sal di xizmeta Şahê İranê da berpirsyarîyên weke fermanrewayîtî û walîtîyê hilgirtîye û di berpirsyarîyên xwe da serkeftî ye.… Gava ku Şeref Xanê gorbehişt di sala 1579 yê da dageriyaye welatê xwe û derketîye ser textê bab û bapîrên xwe, dilxweşiya xwe waha anîye ziman: “- Her waha di vê sayeyê da bi mirazê xwe şah bûm, dageriyame welatê xwe û gihame dewleta bab û bapîrên xweyên payebilind. Şeref Xan dizanê ka çira ji statuya Rojkan ra dibêje DEWLET… ( Şerf. A.g. pr. 522)… Şeref Xan, Qral e. Hikimdar e. Lê gava ku Şerefnameyê dinivîsê, bi taybet di beşa Bedlîsê da pesnê şareza û lehengên Rojkiyan did e. Li gora dîtina wî Federasyona 24 eşîrên Rojkiyan him welatparêzin, him şervanin û him zana nin. Bi dehan qehreman û ilimdarên vê herêmê dide pêş. Weka navên Şêx Emîr Bilbasî û kurên wî Elî Axa, İbrahim Beg û Qasim Beg; weka birayê Şêx Emîr Bilbas Mihemed Axayê Kelhokî û herdû kurên Wî Qelender Axa û Hacî Şeref; weka Ebdirehman Axayê Qawalisî, Derwêş Mehmudê Keleçirî, Ebûbekir Axayê Bayîkî, Seyîd Axayê Pertewî, Mîr Şah Huseynê Kêsanî, Celal Axayê Cilkî, Suwar Begê Pazûkî û wanên din. (1)Her wisa navên ilimdar, hunermend, şaîr û navdarên welatê Rojkan jî dûr û dirêj anîye ziman ku min 15 kesayetîyan ji van hêjayan tesbît kirîye û danîye paşiya vê maqale yê. (2). … Şeref Xan, di serî da kifş kirîye ku ew malbatên aktîfên ku di dîroka Kurdistanê da rolên berçav leyîztibin, weke dewlet, nîv dewlet, qraliyet û mîrekîyên serbixwe, ew mîrekîyên ku xwe bixwe îdare kiribin; wan malbatan û statuyan arşiv bike û derxe ser berikê ku Kurd bizanin di dewrêkê tarîxê ya dûr û dirêj da, li ser xaka Kurdistanê Kurdan jî weke miletên dinyayê ciyê xwe girtine û hukumran bûn e.… Şeref Xanê gorbehişt, bernameya xwe ya giranbaha li 4 sefhan beş kirî ye. Di 3 sefhanda hemû mîrekan ango fermanrewayan bi şaxên wan va tîne ziman ku hêjmara wana bi Dewletên serbixwe va 55 in. 6 dewlet û 49 Mîrekîyan anîye ziman. Navên wan dewlet û mîrekîyan min li dawîya vê makaleyê tomar kirî ye.(3)… Şeref Xan, bi rîwayetan ne bawere lê, rîwayet û gotûbêjên ku ji raya giştî ra bûne mal dûbare dike û car heye ku di nava rêzikan da işaretek dide xwendevanan û gelek caran dibêje “Xweda baştir dizanê” ango “ her tişt di ilmiyeta Xwedê da ye”. Di pêşgotina vê bernameya bê hempa da ji xwendevanan daxaza lêborînê bo şaşîyan dik e. Di mesela Cizîrê da ev yek bi eşkerayi tê dîtın. Gava ku dibêje “ Mîrên Hekkarî, Amêdî û Kilîsê bira nin” jî, dixwazê vê işaretê bide xwendevanan. Di Vêderê da divê gazin jê neyêne kirin. Lewra dawiya sedsala 16 yê bandora Misilmanîyê li ser dagirker û nijdevanên ceberut û talanbir giranîya xwe hey e. Li ser navê Kurdîtîyê malmezinên Kurdan naxwezin xwe weke Kurdek lanse bikin. Kurd wê demê jî bêkes û bê piştevan in. Muhamedê Ereban heye û Kurana pîroz bi Erebî ye. Mesihî hev digirin. Rola Hz Musa jî Yahudiyan diparêz ê. Parêzgera Kurdan tenê çiyayên bilind û cesareta wana bê hempa ye.…. Gazinên ku ji Şeref Xan têne kirin: 1-Bo çî Şerefnameyê bi Farısî nivîsî ye, 2-Bo çî giranî daye ola İslam ê. 3-Bo çî terka Sefewiyan kir hate Bedlîsê û bû hevalbendê Osmaniyan? Li gora dîtina xwe ez dikarim waha bersuya van pirsan bidim: 1-Diya wî keça Emîr Han Musulluyê nevîyê Emîr Begê Tokat Bayındırıyê ye. Emîr Beg walîyê payebilindê Uzun Hesenê Siltanê Aqqoyîniyan e. Zimanê wan bi Türkmenî be jî bi giranî Farısî ye. Di 9 salîya xwe da heya buye 12 salî 3 salan di Seraya Dewleta Sefewî da bi şahzadeyan û zarokên fermandar û fermanrewanên Îranê va leylî (yatılı) xwendî ye, piştî ku 36 salên xwe li îranê qedandîye, sala 1579 yê Siltan Muradê III.min efwa wî derdixe û dixwazê bête ser hikmê hikimdarîya welatê Rojkan. Di warê ziman û edebiyata Farisî da pispor e. Neqaş e. Bi sîtilê Îranê tabloyan çêkirî ye. Ji ber vê yekê bernama xwe ya giranbaha bi navê “Tarîxa Kurdistana Kevin” bi farısî nivisandî ye. Şeref Xan, 100 sal di pêşiya Mem û Zina Ahmedê Xanî da vê bernameyê li ser navê Kurd û Kurdistanê ji miletê Kurd ra hiştîye. Heyîya miletê Kurd, şerefa miletê Kurd bi serbilindî û helwesteke şaristanî ji mirinê rizgar kirî ye. Şeref Xan di berhema xwe da 133 caran navê Kurdistanê bi eşq û şewq dûbare dik e. Mejîyê wî rihê wî Kurdistanî ye.2-Şeref Xan di pêşgotina Şerefnameyê da dibêje: “- Bi gelemperî Kurd Sunnî û Şafiî nin. Li gor şerîeta Hz. Muhemmed ehlê sinnet û cemaetin.” … Başe ez ji we bipirsim: Gelo di wî zemanî da ku xerca yekîtî û yekrêzîya miletê Kurd çewa Mewlana Sadeddinê Kurdî - ku Şeyhul İslamê weqatê Sultan Murad Xanê Osmanîye - dibêjê: “- Ji xeyrî Kelîma Şahadetê ku wehdanîyeta Xweda îfade dike; girêdaneke ku Kurdan bighêjîne hev nîn e.” Gava halê Kurdan ev hal bî, ilimdarek û fermanrewayeke Kurd dikare di ser vê realîteyê da baz bide? Rêberêk, pêşkêşêk dikarê vê hesabê nek e? 3-Şeref Xanê IV. Bapîrê vî Şeref Xanê V.min ne. Şeref Xanê IV. kurê Emîr Şemseddînê ku di şerê rizgariya Bedlîsê da li Deşta Rehwa sala 1495ê ji terefê Aqoyînîyan va hate şehid kirin e. Şeref Xanê IV. Bi xwe jî 2 caran şerê artêşên Qanûnî Sultan Silêman kir, serê xwe li Deşta Tatikê di ber welatê xwe de da, lê Bajarê Bedlîsê teslîmî Osmaniyan nekir. Babê Şeref Xanê V.mîn Emîr Şemseddin, di sala 1536ê da bajarê xwe bi bajarên Meletê û Mereşê va trampe nekir, çu iltîcayê kurê Şah İsmail Şah Tahmasp kir, xwe avête Îranê û li wê xerîbîyê di hesreta welatê xwe da mir. 41 sal Bedlîs kete bin işgala Osmaniyan. Osmanî mecbûr bûn ku Şeref Xan bînin derxine ser text. Lewra Rojkiyan qîma xwe bi bindestîyê netanîyan. Şeref Xan bi daxaza Siltanê Osmanî Sultan Muradê III.mîn dageriya welatê xwe, çu ser textê dewleta bab û kalên xwe. Hevalbendiya Osmaniyan 1514 yê destpê kiribû. Li gora şert û mercên tifaqa Kurd û osmaniyan divara ku Mîrekên Kurdistanê bi artêşên xwe va piştgirîya dewleta Osmanî bikin. Bi wî hereketê ku sala 1584 ê destpêkir di navbera 10 salan da Kurdistana bakura ku nuha em dizanin û welatê mey ê otantîke, hemî kete binê hikmê Osmaniyan û ew erd û axên ku hatine rizgarkirin di hemû bajar û bajarokan da Mîr û giragirên Kurdan bûne serwer û Fermanrewa.… Lîderek, pêşkêş û rêberêkê ku pesnê miletê xwe nede bizanin ku ew ji xwera ye, ne xêrxazê miletê xwe ye. Şeref Xan di hemû der û delavan da pesnê Kurdan dide, çewan ku Şêx Ahmedê Xanî jî dibêje “ her mêrekê wan wey Ristem û her mîrêkê wan wey Hatem e” di çavên wî da. Her wisa 100 sal di pêşiya Xanîyê gorbehişt da, ev hakimê welatê Rojkan bi rêz û rûmet û pesindarî miletê Kurd û xanedanên Kurd dinirxîn ê. Dixwazê şexsîyeta Kurdan bilind bike û Kurdewarîyê xurt bike. Ji ber wê ye ku di pêşgotina xwe da dibêje: “- Ristemê Zal, Behram Çopîn, Gurgin Milad û Mewlana Taceddin, Kurd’in.” 25.03.2017 - Ankara Şakir Epözdemir Lêkolînêr – Nivîskar….......................................... (1)- Navên hin leheng û pêşkêşên Rojkan ku di Şerefnameyê da derbaz dibin evin: Heyder Aqa, İbrahim Beg, Bestan Axa, Şahim Xatûn, Mîr Seydî Ahmed, Mîr Mihemed Nesreddîn, Emer Yadîgar Bayîkî, Seydî Axa Qawalisî, Seydi Eli Axa Pertavî, İmad Axa Bayîkî, Mihemed Mîraxwurê Pertavî, Tac Ahmed, Kasim Entaxî, Mîr Seyfeddin, Emer Candar, Seyid Silêman Qawalisî, Elî Seydan Qawalisî, Mîr Budaq Keysanî, Seyid Axa pertevî, Seyid Elî Axa, Şekir Beg, Mahmud İmad bayikî …. (2)- İlimdarên Bedlîsê jî evin: Şêx Ammar Yasîr, Şêx Ebû Tahirê Kurdî, Şaîr Şukrîyê Bedlîsı, Mewlana Ebdirrehim Bedlîsî, Mewlana Muhammed Berkalî, Mewlana Husameddin Bedlîsî, Mewlana İdrisê Bedlîsî, Mewlana Ebû Fadil Bedlîsî, Mewlana Mûsa, Mewlana Şah huseyîn, Mewlana Xidir Bîbî, Mewlana Şemsedînê Şêrnasî, Mewlana Mihemed Zirkî, Mewlana Ebdirrehman Bedlisi, mewlana Muhyeddînê Xelatî. (3)- Di şaxa 1ê da: Dewleta Merwaniyan, Dewleta Hesen Weyhiyan, Dewleta Mazin û ya biçûk a Loriyan û Dewletên Şam û Misrê ya Sultanên Eyyubiyan dik e. ( 6 statu ) Şaxa 2 yê kirîye 5 beş : 1- Hukumdarên Erdelaniyan, 2- Hükümdarên Hakkarî bi navê Şenboyîyan, 3-Hukumdarên Amedîyê bi navê Behdînan, 4- Hukumdarên Cizîra Botan ku dike 3 çiqil weke Cizîr, Gurgil û Finik. ( 6 statu ) Şaxa 3.mîn da van statuyan tîne ziman û vê şaxê dike 3 Gurub: Guruba pêşîn 9 şaxin: 1-Hikimdariya Çemişqezekê 3 çiqlin a)- Begên Mecingerd ê,b)- Begên Pertek ê, c)- Begên Seqeman’in. Di vêderê da; Çemişgezek, Mecîngerd, Pertek û Seqeman dikin (4 statu.) 2-Fermanrewayên Mîrdasîyan; Egil, Palu û Çêrmûk in. ( 3 statu ) 3- Fermanrewayên Sason/Hezzo ( 1 Statu ) 4-Fermanrewayên Hîzan ku 3 şaxin. Hîzan, Sipayêrd û Mikis ( 3 Statu ) 5-Fermanrewayên Kilîs ê. ( 1 statu ) 6- Fermanrewayên Şêrwan: Kifra, Êrûn û Kurnê ( 3 Statu ) 7-Fermanrewayên Zirkan: Derzin, Girdikan,Etax û Tercil ( 4 statu ) 8-Fermanrewayên Sûvêdîyê: Mîrê Sêwerek û herêma Bingol û Gêncê ( 1 statu ) 9-Fermanrewayên Silêmanîyê: Kulp û Batman, Farqîn ( 2 statu ) Beşa 2 yê 12 şaxin: Fermarewayên Soran, Baban, Mukriyan û Biradostî 4 statu ji van 12 çiqlanin. Bradost bi Wişno û Somayê va 3 çiqlin, ( 6 Statu ) Begên Mehmûdî, Dunbilî, Zerzayî, Îstûnî, Dasnî, Kelxurî, Plingî, Dertengî, Mahideşti, Baneyî û Terzayîva ev beşa 2 yê 17 Statuyan hêmbêz dik e. ( 11 Statu ) Beşa 3yê: behsa 4 Mîrekîyên Îranê ye ku evin: 1-Sîyamensûrî, 2-Çegnêyî, 3- Zengîneyî, 4 – Pazûkî ( 4 Statu ) 54 statu ne … 6 dewlet û 48 Mîrekî ne

3 views