Search
  • www.bircabelek.com

Şelal Gedo: Tirkiye ji Sûriyê derkeve, çareseriya siyasî dê destpê bike


Endamê ENKSê di Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de Şelal Gedo radigihîne, dema pirsgirêka Idlibê bidawî bibe, çareseriya siyasî ya li gor dîtina Rûsyayê li Sûriyê dê destpê bike.

Serokê Partiya Çep a Demokratîk û Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriye (Îtîlaf) Şelal Gedo di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de derbarê moleta ku Tirkiyê daye artêşa Sûriyê ta ji Idlibê vekişe, ragihand, heger Rûsya glopa kesk ji Tirkiyê re vênexe, Tirkiye nikare êrîşeke berfireh li Idlibê bike.

Diyar kir, Tirkiye heger ketiye çi devereke Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi rêdana Amerîka yan Rûsyayê derbas bûye, dema Tirkiye êrîşî Efrînê kiriye, Rûsya glopa kesk jê re vêxistibû. Dema Tirkiyê êrîşî Girê Sipî û Serê Kaniyê kiriye û xelk daye kuştinê û penaberkirinê, bi glopa kesk a ji Amerîka ve bû.

Amaje bi rêkeftinên Sûçî û Astana yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de kir û diyar kir, aliyê Tirkiyê pabendî rêkeftinan nebûye, ku divê li gor wan rêkeftinan Tirkiyê grûpên terorist û grûpên miyanrew ji hev cuda bike, lê Tirkiyê ev yek nekir. Berûvajî wê, Desteya Tehrîr El Şam (Bereya Nusra) ji berê bêhtir li Idlib û li derdora Heleb, Hema û Laziqiyê berfirehtir bû.

Got jî, Piraniya deverên Idlibê di destê Bereya Nusra de ne û grûpên din ên çekdar jî bi nîşanên ji Nusrayê tevgerê û şer dikin. Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê jî vê yekê qebûl nakin. Li hemberê jî Amerîka û NATO jî bêdeng in. Cîhan bi tevahî ne razî ye îmaretek bi serperiştiya Nusra ya girêdayî Qaîde li Idlibê hebe.

Şelal Gedo got: Heger Tirkiye ji Sûriyê derkeve, wê demê çareseriya siyasî li Sûriyê ya li gor nerîna Rûsyayê dê destpê bike. Pirsgirêka li Sûriyê maye, Idlibê û grûpên ser bi Qaîde ve ne. Dosya Sûriyê de jî bêhtir di destê Rûsya de ye, ne ya Amerîka.

Tekez kir jî: Piştî rêjîma Sûriyê Idlibê bistîne, dê berê xwe bide Rojavayê Kurditsanê. Ji ber wê divê Kurd di vê qonaxê de nêzîk hev bibin, destpêşxerî û hewlên cidî hene, lê PYDê ji nêzîkbûnê re ne cidî ye.

Şelal Gedo tekez li yekrêziya Kurdî di vê qonaxê de kir û got: “Dema şanda ENKSê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re hevdîtin kir û pirsa vegerandina penaberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê û binpêkirinên ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin guftûgo dikir, PYDê xwe aciz kir, di demekê de ku PYD û HSDê bixwe hewl didin guftûgoyê bi Tirkiyê re bikin. Pêştir jî, di destpêka şoreşa Sûriyê de û heta salên 2013 û 2014an de Serokê PYDê birêz Salih Muslim li Tirkiyê bi berpirên mezin ên ewlekariyê re hevdîtin dikirin ”.

SB

K24

1 view