Search
  • www.bircabelek.com

Îro 95 sal di ser serhildana Şêx Seîd re derbas bû


Îro 95 sal di ser destpêkirina şoreşa Şêx Seîdê Pîran re ku li Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin, derbas dibin, lê belê serhildana wî serkevtî nebû û Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve hatin bidarvekirin.

Sala 1925an Şêx Seîdê Pîran pêşengiya serhildaneke mezin a li dijî hikûmeta Komara Tirkiyê ya bi serokatiya Mustafa Kamal Paşa yê naskirî bi Ataturk kir.

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bûbû û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdarê terîqeta Neqşbendî bû. Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê ser bi Erzeroma Bakurê Kurdistanê xwandina xwe ya olî qedandibû.

Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû û li gel hejmarek parlamenterên Kurd û mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da, ku li dijî hikûmeta Komara Tirkiyê û tevgera nejadperest a Kemalîstan serhildanê bike. Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû, û roja 13ê Sibata 1925an bi kontrolkirina navçeya Licê ya Amedê şoreşa xwe dest pê kirin.

Destpêkê û di sala 1924an de Şêx Seîd nameyek ji Komeleya Netewan re şand û têde amaje bi rewşa gelê Kurd û daxwaz û mafên Kurdan kir. Paşê jibo bidestxistina piştgirî û piştevaniya serok-eşîrên Kurd ên li Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, serdana wan parçeyan kir û bo dema salekê mijûlî amadekariyên bo serhildan û destpêkirina şoreşê bû.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka kurdên Bakurê Kurdistanê de berfirehtirîn serhildan e ku li 14 bajar û navçeyan belav bibû. Di heman demê de yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin darvekirin.

Piştî ku serhildana Şêx Seîdê Pîran rastî şikestinê hat û ew û gelek hevalên xwe hatin girtin, di 10ê Gulana 1925an de ew derxistin pêşberî Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Amedê.

Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir, di 28ê Hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kesan bi çend salan ceza xwarin.

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji hevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an di roja 28ê Hezîranê de û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî di 29ê Hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Ji wê rojê heta niha hêj nayê zanîn ka dewleta Tirkiyê cenazeyê Şêx Seîd û hevalên wî li kuderê veşartine û gora wan hêj jî ne diyar e.

Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekê giştî Kurd û rêxistin û saziyên Kurdî ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî aşkere aşkera bike.

RÛDAW

0 views