• www.bircabelek.com

Îraqê noteya nerazîbûnê da Tirkiyeyê


16/6/2020 / Wezareta derve ya Îraqê belav kir ku bo protesto kirina bordimanên duhê yên Tirkiyeyê balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê bo wezareta derve hatiye vexwandin.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Îraqê, balyozê Tirkiyeyê bo wezareta derve hatiye vexwendin û Îraq bordimanên duhê yên Tirkiyeyê şermezar kiriye û ev yek weke binpê kirina zagonên navnetewî û serweriya Îraqê bilêv kiriye û daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye ku careke din tişteke wisa dubare neke û rêz ji serweriya Îraqê bigire.

Îraqê herwiha noteya protestoyê daye Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn şeva yekşem ya vê heftê Tirkiye bi zêdetir ji 20 balefirên F16 pêgehên PKKê li Şingal, Mexmûr, Qereçox û Qendîlê topbaran kiribûn.

N: E. G

KTV

0 views