Search
  • www.bircabelek.com

Îran – Girtiyekî kurd li Birûcirdê hat bidarvekirin


Girtiyekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Birûcird yê Îranê hat bidarvekirin.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî danê sibê girtiyekî kurd bi navê Resûl Mela Hesenî (39 salî) li girtîgeha bajarê Birûcird li parêzgeha Loristanê hat bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew girtiyê kurd xelkê bajarê Kirmaşanê bû û çar sal berê bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişber hatibû girtin û fermana îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Li gorî amarên ne fermî, di heyama sala 2019 de herî kêm 52 girtiyên kurd li Îranê hatine bidarvekirin.

BasNews

1 view