Search
  • www.bircabelek.com

Çekdarên grûba Sultan Murad 2 jinên Kurd li Efrînê revandin


Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 jinên Kurd li gundewarên Efrînê revandin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, grûba Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve, bi ser gundê Sêmalka yê navçeya Mabeta ya Efrînê de girtin û malên wî gundî pişkinîn kirin. 2 jinên Kurd ên wî gundî girtin û ji bo cihek nediyar birin, bê ku sedemên girtina wan her 2 welatiyan eşkere bikin.

Rewangehê belav jî kiriye, beriya niha hevjînên wan her 2 jinan jî, ji aliyê heman grûba çekdar ve hatibûn girtin û heta niha di zîndanek wê grûbê de dimîn in.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alî Tirkiye û grûbêb çekdar bi ser ve, gelek tawan encam didin. Rêxistinên mafên mirovî yên navxweyî û navneteweyî jî diyar dikin, ku ew tawan cihê dilgiraniyê ne û dive kiryarên wan werin siza kirin.

C.B

K24

2 views