Search
  • www.bircabelek.com

Çûnûhatina li nava bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hat rawestandin


Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê çûnûhatin li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê bo heyama 48 demjimêran radiwestîne.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirî li belavbûna vîrusa Korona û ji bo parastina ewlehiya tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, 48 çûnûhatin li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê radiweste.

Li gor daxuyanniyê, îşev ji demjimêr 12:00 û hat 48 demjimêrên din çûnûhatin li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê hat rawestandin.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hişyariyê dide, ew kesên bi qaçaxî vegeriyane Herêma Kurdistanê, heger xwe radest nekin, wek kesên ku bi mebest nexweşiyê belav dikin serederî bi wan re tê kirin.

S. B

K24

2 views